Stasyona avê ya ku xizmeta 14 hezar kesî bike, hate vekirin

Gerînendetiya Giştî ya Avê ya Kantona Hesekê stasyona avê li herêma Seba Zilam li çiyayê Kizwana vekir. Ev stasyon dê xizmetê ji zêdetirî 14 hezar kesan re bike.

HESEKÊ

Meclisa Kantona Hesekê xebatên xizmetguzariya ji şêniyên herêma çiyayê Kezwana re, li gorî derfetên xwe û tevî ambargoya li ser herêmê didomîne.

Piştî ku şêniyên gundê Çiyayê Kezwana daxwazên xwe ji rêveberiya kantona Hesekê re kirin, ji bo peydakirina ava vexwarinê, piştî ku alavên pêwîst hatin, rêveberiyê daxwazên şêniyan bi cih anîn. Gerînendetiya Giştî ya Avê ya Kantona Hesekê stasyona avê ya li gundê Seba Zilam ji nû ve vekir.

Stasyon bi beşdariya hejmarek ji şêniyên herêmê û saziyên wê û ji rêveberên Gerînendetiya Giştî ya Avê ya Kantona Hesekê Sozdar Ehmed ve hat vekirin. 

Sozdar Ehmed got ev stasyon dê xizmetê ji 20 gundan re bike ku hejmara wan zêdetirî 14 hezar kesan e. Sozdar Ehmed bal kişand ser ku dê belavkirina avê li gundan, bi rêya hejmarek ji sehrîcan be û dê bê pere be.

Têkildarî mijarê hevserokê meclisa bajarokê çiyayê Kezwana Mihemed Ebû Macid spasiya Gerînendetiya Avê ya Kantona Hesekê kir, ji ber ku daxwazên şêniyan bi taybet ên avê, di demên zehmet de bi cih anîn.

Stasyon ji aliyê dayika şehîd Rojdem, Henîfa Ehmed ve hate vekirin.

(ekîb)

ANHA


Mijarên Din