Sîsî: Îslama siyasî li herêmê dê di rewşeke nearam de bimîne

Serokê Misrê Abdulfettah Sîsî dema bi hempîşeyê xwe yê DYA’yê Donald Trump re civiya, got li herêmê îslama siyasî dê di rewşeke nearam de bimîne, di heman demê de îşaret bi rola Misrê di têkoşîna li dijî terorê de kir.

Di Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de ku li New Yorkê bi rê ve çû, serokê Misrê Abulfettah Sîsî bi hempîşeyê xwe yê DYA’yê Donald Trump re civiya.

El-Sisî got: “Raya giştî ya Misrê hikmê îslama siyasî li welat qebûl nake û ev hikm jî hate redkirin.”

Rojnameya Bewabet El-Îhram a Misrê li ser zimanê El-Sisî ragihand ku li herêmê îslama siyasî dê di rewşeke neyasayî de bimîne.  

Ji aliyekî din ve jî balyoz û berdevkê serokatiya komarê Besam Radî got têkildarî rola Misrê di Rojhilata Navîn de Donald Trump bal kişand ser baldariya rêveberiya DYA’yê di aktîfkirina hevkariya dualî de, xurtkirina koordîne û diyalogên stratejîk ên di navbera her du welatan de û di qonaxên bê de dê çawa bi pêş de bibin.

Besam Radî diyar kir ku Abdulfettah Sîsî di civînê de îşaret bi baldariya Misrê di xurtkirin û destekedayîna ji têkiliyên hevbeş ên di navbera her du welatan de kir, her wiha amaje bi girîngiya rola diyalogan di xurtkirina aştî û aramiya li herêma Rojhilata Navîn û plansaziyên Misrê di hevkariya bi DYA`yê re kir.

Di civînê de dosyaya têkoşîna li dijî terorê hate nîqaşkirin û Trump îşaret bi serkeftina rola Misrê di rawestandina metirsiya terorê de kir, di heman demê de tekez kir ku Misr di şerê li dijî terorê de xwedî mîsyon e. Donald Trump destekdayîna ji têkoşîna Misrê ya li dijî terorê re tekez kir.

Serokê Misrê Abdulfettah Sîsî jî girîngiya hevkariyê di navbera Misr û DYA`yê de tekez kir, ji ber ku li dijî bandora rêxistinên terorîst radiwestin û rê li pêşiya destekdayîna ji wan re digirin. Her wiha Sîsî rola Misrê di hemû aliyên leşkerî, fikrî û ewlehiyê li dijî diyardeya terorê û fikrên tundraw anî ziman, her wiha amaje bi girîngiya hevkariya civaka navdewletî di têkbirina vê diyardeyê de kir. 

Di heman demê de serokê Misrê û serokê DYA’yê gelek dosyayên herêmê, nexasim rewşa Lîbya, Sûriye, Yemen, Filistînê û awayên pêkanîna aştiyê gotûbêj kirin.

(eh)


Mijarên Din