Sîsî li Qahîreyê El-Debîbe pêşwazî kir

Serokê Misirê Ebdulfetah Sîsî îro li Qahîreyê serokê Hikumeta Yekitiya Nîştimanî ya Lîbyayê Ebdulhemîd El-Debîbe pêşwazî kir.

Îro li Misirê serokê Hikumeta Yekitiya Nîştimanî ya Lîbyayê Ebdulhemîd El-Debîbe bi serokê Misirê Ebdulfetah Sîsî re civiya.

Li rojnameya Şerq El-Ewsat, berdevkê serokatiya Misirê diyar kir ku serokwezîr Mistefa Medbûlî û serokê îstixibatata giştî Ebas Kamil tev li civînê bûne.

Misir niha hewl dide El-Debîbe, Salih û Heftar li hev bicivîne. Li gorî gelek dezgehên çapemeniyê ji bo derbaskirina nakokiyan dan û standin berdewam in.

Li gel ku nakokî berdewam in, civata navneteweyî destnîşan dike ku divê hilbijartin di dema wê ya diyarkirî de naku 24`ê Kanûnê li dar bikevin.

(şx)

 


Mijarên Din