Şîrovekarekî Filistînî: Kongreya Behrênê ji bo doza Filistînê  karesatek e

Şîrovekarê siyasî yê Filistînê Hanî Hebîb anî ziman ku beşdarbûna dewletên Erebî di Kongnreya Aborî ya girêdayî Filistînê de destekê dide siyasetên ku Îsraîlê pêk tîne an jî dixwaze pêk bîne. Hebîb destnîşan kir ku ev kongrê wê bibe nuqteyek veguhestinê di çarçoveya sererastkirina têkiliyên Îsraîlê û dewletên Erebî de.

Filistînî, amadekariyên welatên dê beşdarî kongreya Aborî ya Behrênê bibin, dişopînin. Tê payîn ku kongrê di vê mehê de pêk were û dê bibe dergehê ragihanidna planan Emerîkayê ya girêdayî çareserkirina aloziya Filistîn – Îsraîlê ya bi navê "Peymana Serdemê". Fikarên welatiyên Filistînê li ser encamên vê kongreyê hene ku dê bandoreke neyinî li ser sibe roja doza Filistînê bike.

Girêdayî vê Kongreya Aborî û encamên wê şîrovekarê siyasî yê Filistînê Hanî Hebîb ji ANHA‘yê re axivî.

Hanî Hebîb di destpêka axaftina xwe de got: “Armanca sereke ya Kongreya Menamayê îbtalkirina "Penaberê Filistînê" an ku doza penaberên Filistînê bi temamî were girtin. Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê pêkanîna vê projeyê di projeyeke malî mezin û beşdarbûna welatên Erebî yên ku penaberên Filistînê hembêz kirine de, dibîne.”

Hebîb her wiha got: "Komcivîna Menamayê heta niha tu armancên Emerîkayê pêk ne aniye. Niyeta Dewletên Yekbûyî hebû ku kongreyeke aborî mezin bi beşdarbûn serokên dewletan lidar xistiba, lê piştre veguherî tevlîbûna şandeyên nûner û karsazan."

Hanî Hebîb diyar kir ku komcivîna Menama beşek ji "Peymana Serdemê ye" ya ku du şaxên sereke pêk tên e û wiha dirêjî da axaftina xwe : " Şaxê yekemîn a li ser erdê hatiye pêkanîn, jê bi rêya gelek dosyayan di nav de qebûlkirina Qudis wekî paytexa Îsraîlê, Dewletên Yekbûyî desteka malî ji Ajansa Xews û Xebitandina Penaberan " UNRWA"  hate rawestandin, dîsa jî beşek ji Difaya Xerbî tevlî Îsraîlê hate kirin. Şaxê duyemîn girêdayê pêkanîna lihevkirinekê ye ku rêveberiya Emerîkayê dibîne ku dê rewşa jiyanî ya filistîniyan baş bike."

Hebîb bal kişand ku xeteriya herî mezin a kongreyê beşdarbûna berfireh a welatên ereban e û wekî nîşaneya karesetekê bi nav kir û got: "Beşdarbûna dewletên Erebî destekê dide siyasetên ku Îsraîlê pêk tîne an jî hewl dide pêk bîne, bi taybet di demekê de ku axaftin li ser amadekariyên Îsraîlê û Emerîkayê ji bo ferzkirina serdesteya Îsraîlê li Difaya Xerbî têne kirin.”

Hanî Hebîb wiha dirêjî da axaftina xwe : "Beşdarbûna dewletên erebî, bi taybet Behrênê ya destur da ku komxebat li ser erdê wê pêk were wekî kêrekê li pişta filistiyan e. Her kes dizane ku doza filistiyan dozeke siyasî ye, komkirina pereyan ji bo gelê Filistînê li beramberî ku ji hêviyên xwe yên niştimanî paşde vegere di her aliyan de îxanetek e."

Li gorî Hebîb, kongreya Mename ne tenê aramanc dike ku bibe dikeke fermî ji "Peymana Serdemê", di heman demê de xaleke veguhestinê di çarçoveya sererastkirina têkiliyên di navbera Îsraîlê û welatên Erebî de, her wiha dê perdeyê bi temamî li ser têkiliyên Îsraîl – Erebî rake û ber bi pêvajoyeke ji ya heyî mezintir bibe.

Girêdayî Kongreya Filistînê ya li Beyrûtê ku dê di heman dema kongreya Behrênê de were lidarxistin ku wekî bersiv ji kongreya Menamayê re ye Hebîb got: "Kongreya li Beyrtûnê armanc jê ew e ku destekê bide helwesta desthiladariya Filistînê û komên wê yên ku kongreya Behrênê û Peymana Serdemê red dikin."

Hebîb texmîn dike ku dê di Kongreya Beyrûtê de hewlesta Filistînê ji kongrê û encamên wê ragihîne.

Filistîn, Kongreya Behrênê baykod dike û bang li dewlet, deste û hêzên siyasî û aborî yên dê beşdarî kongreyê bibin dike, ku rêzê ji helwesta filistîniyan û destekê bidin wan û kongre red bikin.

Serokê Hikûmeta Filistînê, Mihemed Aştiyê li ser kongreya Behrênê got: "Kongreya Menamayê beriya lidarkeve mirî ye." û wiha anî ziman: "Pirsgirêka me ne aborî ye, şerê me yên li ser erdê ji bo bidawîkirina dagirkeriyê ye û avakirina dewleta me ya paytexta wê Qudis e û vegera penaberan e, bêyî vanan çareserî nîn in."

(bb/bm)

ANHA


Mijarên Din