Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê ya Tebqayê piştgiriya cotkarên zeviyên wan şewitîne kir

Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê ya Tebqayê, piştgiriya cotkarên ku hilberînên wan di mewsima borî de şewitîne, kir.

Mewsima çandiniyê ya zivistana sala borî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rastî şewatan hat. Li gorî Desteya Aborî û Çandiniyê 435 hezar û 500 donim şewitîn. Tevî ku zirarên madî gihaştin amûrên çandiniyê, darên zeytûnê û sewalkariyê. Her wiha hejmarek sivîl û leşker di vemirandina şewatan de jiyana xwe ji dest dan.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 4`ê Tîrmeha 2019`an de biryarek da ku cotkarên ji ber şewatan zirar dîtine, dabîn bike.

Gundewarê bajarê Tebqayê rastî rêzeşewat hatibû. Lê herêma herî zêde ji şewtan zirar dîtiye, herêma El-Mehmudlî li bakur rojavayê Tebayê ye.

Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê ya Tebqayê piştî ku serjimariyek amade kir û miqdarên ku divê bide da ku desteka cotkaran bike û dabîn bike diyar kirin, 99 cotkarên ku hilberînên wan şewitîne dabîn kirin.

Miqadara giştî yak u şîrketê pêşkêş kiriye gihaşt 177 ton tovên genimê hişk û nerm(tar), tevî wê jî tovên ceh ji cotkarên ku hilberînên wan ên ceh zirar dîtine pêşkêş kirin. Şîrketê cotkarên ku hilberînên wan ên nîsk û kemûn zirar dîtine bi tovên genim dabîn kirin.

Hevseroka Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê Cûdî Xelîl destnîşan kir ku hinek cotkar dabînên xwe ji tovên ceh ji şaxê şîrketê li bajarê Tebqayê wergirtine. Her wiha teqez kir ku prosesa dabînkirinê bê astengî bi dawî bû û tevahiya cotkarên ku zirar dîtine dabînên xwe wergirtine.

(şx)

ANHA


Mijarên Din