Îsraîlê “însiyatîfeke dîrokî” pêşniyar kir

Wezîrê karên derve yê Îsraîlê Yisrael Katz got Îsraîlê bi destekdayîna DYA`yê însiyatîfa dîrokî pêşniyar kir da ku bi dewletên Kendavê re hevpeymana agirbestê mohr bike û têkiliyên dîplomatik xurttir bike.

Wezîrê karên derve yê Îsraîlê Yesraîl Katz li ser hesabê xwe yê Twitterê parve kir ku di demên dawîn de bi desteka DYA`yê însiyatîfa siyasî pêşniyar kirin da ku bi dewletên erebî yên Kendavê re hevpeymanên agirbestê mohr bike.

Katz wiha got: "Însiyatîf gaveke dîrokî ye da ku rê li ber şer were girtin û hevkarî di navbera Îsraîl û dewletên Kendavê de çêbe."

Katz got çend wezîrên karên derve yên Ereb û nûnerê rêveberiya DYA’yê yê taybet bi diyalogên aştiyane yên bi Rojhilata Navîn re Jason Greenblatt, dema serdana New Yorkê kir, gava nû şopand, da ku beşdarî komxebata Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bibe. Em soza xurtkirina nuqteya Îsraîlê, li ser asta herêmê û cîhanê didin.”

Kanala 12`an a Îsraîlê beriya demekê ragihand ku armanca gava nû, xurtkirina têkiliyên di navbera dewletên Kendavê û Îsraîlê de ye, her wiha tu êrîş ji her du aliyan dernekin.

(eh)


Mijarên Din