Îsraîl gundewarê Quneytra kir hedef

Îsraîlê êrîşeke bi fuzeyan bir ser gundê Til Berîqa yê gundewarê rojavayê Quneytra ya Sûriyê, ji ber êrîşê ziyanên madî çêbûn.

Li gorî nûçeya ajansa SANA‘yê ya girêdayî rejîma Sûriyê artêşa Îsraîlê îro saet derdorî 14:00 bi fuzeyan êrîş bir ser Til Berqîa ya gundewarê  rojavayê Quneytra, di êrîşê de tenê ziyanên madî çêbûn.

Artêşa Îsraîlê 23‘yê Tîrmehê jî êrîşeke bi fûzeyan bi ser Til Hara ya gundewarê rojavayê parêzgeha Derayê.


Mijarên Din