Îsraîlê girêdayî doza dîlgirtiyan pêşniyareke nû ji Hemasê re pêşkêş kir

Dezgehên çapemeniyê ragihand ku hikumeta Îsraîlê pêşniyareke nû girêdayî peymana pevguherandina dîlgirtiyan ji tevgera Hemasê re pêşkêş kiriye.

Li gorî Kanal 12 a Îsraîlê çavkaniyeke fermî got Îsraîlê bi rêya navbeynkariyan pêşniyareke nû ji Hemasê re pêşkêş kir, lê heta niha Hemasê bersiv nedaye.

Kanalê detayên pêşniyara nû negotin. Lê ji demekê ve nîqaşên neyekser di navbera Îsraîl û Hemasê de bi navbeynkariyeke misirî û navdewletî têkildarî dîlgirtiyên îsraîlî ku Hemasê di şerê 2014`an de li dijî Xezayê û piştî wê girtibûn, pêk tên.

Çavkaniyên îsraîlî destnîşan kir ku Îsraîlê rave kiriye ku ew amade ye însiyatîfa serokê tevgera Hemasê yê Xezayê Yihya El-Sinwar bi Hemasê re nîqaş bike. Li gorî wê însiyatîfê, Hemas tawizek beşî di doza leşkerên îsraîlî de pêşkêş dike, li beramberî ku Îsraîl dîlên temenmezin û nexweş serbest berde. Wek însiyatîfek mirovî li gel aloziya pandemiya Koronavîrusê.

Lê heta niha Hemasê çaranûsa leşkerên îsraîlî û ne jî rewşa tendursitiya wan eşkere nekiriye. Hemasê ev reftariya xwe bi pêwîstiya pêşkêşkirina Îsraîlê tawîzan û serbestberdana dîgirtiyan ve girêdayî dide.

(şx)


Mijarên Din