Îsraîl: Em ê şerê li dijî hebûna Îran a li Sûriyê bidomînin

Serokê Desteya Erkana Giştî ya Artêşa Îsraîlê Afif Kochavi di serdana xwe ya li Colanê de got, welatê wê di şerê li hemberî hebûna Îran a li Sûriyê de bi israr e.

Afif Kochavi serdana hêzên girêdayî Furqeya Cotal ên li ser sînorê belav bûne kir û bi fermadnar û leşkerên li herêma leşkerî ya bakur re li ser amadebûna artêşa ji hemû sînaryoyan re axivî.

Kochavi diyar kir ku serdana wî ji bo şopandina rewşa meydanî ya nêzî sînor, nemaze mijara girêdayî "Hebûna Îranê" pêk hat û got: "Em di xebata li gorî hêza tê xwestin li hemberî hebûna Îran li Sûriyê de berdewam in. Her wiha em ê li hemberî hemû hewldanên dijber ku me dike armanc amade bin."

Ev yek piştî gelek êrişên di navbera Îsraîl û hêzên girîdayê Îranê yên li Sûriyê pêk hat.


Mijarên Din