Îsraîl: Em ê "Hizbullah" di Lubnanê de tune bikin

Balyozê Îsraîlê li gel NY`yî Danny Danone got: "Heke Hizbullah êrişî sivîlên li Îsraîlê kir, dê welatê wî bersivê bide. Em ê Hizbullah di Lubnanê de tune bikin."

Danone bi rêya hevpeyvîneke bi tora i24NEWS`ê re wiha got: "Gelê Lubnanê di bin dagirkeriya Hizbullah de ye. Welatiyên Lubnanê dizanin ku Hizbullah serweriya parçeyekî başûrê Lubnanê dike. Lê belê em nameyeke pir zelal ji hikumeta Lubnanê re dişînin; Divê tu girîngiyê bide tiştê li Lubnanê diqewime, yan tuyê hesabê bide."

Danone bang li hikumeta Lubnanê kir ku biyara hejmar 1701 ku bikaranîna tu koman ji çekan re di hundir Lubnanê de qedexe dike, pêk bîne.

Her wiha piştî ku Lubnanê biyara pêşkêşkirina gilînameyekê ji Meclisa Ewlehiyê ya girêdayî NY`yî re têkildarî şerê duşemê yên li ser sînorên Lubnan-Îsraîlê da, Danone şîret li Lubnanê kir ku bi li şûna wê yekê dest bi dan û standina bi Hizbullahê re bike.

(cx)

ANHA


Mijarên Din