Îsraîlê desteka xwe ji Yewnanistanê re eşkere kir

Wezareta Karên Derve ya Îsraîlê îro destekdayîna xwe ji Yewnanistanê re li hember tevgerên dewleta Tirk ên  li Deryaya Spî, ragihand.

Wezareta Karên Derve ya Îsraîlê bi daxuyaniyekê da zanîn ku ew nakokiyan ji nêz ve dişopînin û tekez kir ku ew destekê dide Yewnanistanê da ku parastina berjewendiyên xwe li rojhilatê Deryaya Spî bike.

Wezaretê diyar kir ku Îsraîl desteka ji Yewnanistanê re li herêmên wê yên deryayî û mafê wê di diyarkirina herêma aborî de, eşkere dike.

Li Deryaya Spî dewleta Tirk lêkolînê der barê çavkaniyên enerjiyê dike û Yewnanistan jî destnîşan dike ku ev yek serweriya wê binpê dike.

(bx)


Mijarên Din