Spanya tevgerên dewleta Tirk red kirin

Serokwezîrê Yewnanistanê Kyriakos Mitsotakis piştrast kir ku welatê wî piştgiriya Qibrisê dike. Spanyayê jî tevgerên dewleta Tirk ên li Deryayê Spî red kirin.

Wezîrê karên derve yê Yewnanistanê Nikos Dendias ragihand ku welatê wî piştgiriya banga Qibrisê ji bo ji nû ve ferzkirina cezayên Ewropayê li dijî kes û şîrketên ku têkiliyên wan bi lêgerîna dewleta Tirk li gazê hene, dike.

Nikos Dendias diyar kir ku piştî dan û standinên wî bi hempêşiyê xwe yê Qibrisê Nikos Hristo Dolides re roja çarşemê îhtîmal heye li dijî dewleta Tirk girtekên aborî yên din werin girtin, heke dewleta Tirk tevgerên xwe yên derqanûnî li herêmê domandin.

Ji aliyekî din ve jî wezîra karên derve ya Spanyayê Arancha Gonzalez roja çarşemê ragihand ku welatê wê lêgerîna dewleta Tirk a yekalî li enerjiyê li rojhilatê Deryayê Spî red dike û mîna van tevgeran dê rêya dan û standinê asteng bike.

Arancha Gonzalez Laia rave kir ku ew piştgiriya Qibrisê ji bo endamtiya Yekitiya Ewropayê (YE) dikin.

(şx)


Mijarên Din