Şoreşa 19’ê Tîrmehê şoreşa guhartin û avakirinê ye – 3

Jinan di şoreşa Rojava de rêgezên ku rêber Abdullah Ocalan ji bo rizgariya jinan danîne, ji xwe re kirin bingeh. Rêber Abdullah Ocalan diyar kir ku ji bo biserketina şoreşên gelan, lidarketina şoreşa jinan şert e. Li gel vê yekê gelo jinan karî bigihîjin armancên xwe? Gelo karî rola xwe di qadên cîhanî de xuya bike? Kêmasî û pirsgirêkên ku şoreşa wê asteng dikin, çi ne?

Piştî 8 salan ji destpêkirina şoreşa Rojava di 19`ê Tîrmeha 2012`an de, li gel bûyer û pêşketinên ku li herêmê rû dane, jin bi rola xwe rabûn û rêgezên şoreşê bi ser xistin, bi taybet rêgezên girêdayî azadiya xwe.

Di vê dosyayê de em ê qonaxên ku jin di şoreşa Rojava de tê re derbas bûne, nîşan bidin.

JIN JI 40 SALÎ VE AMADEKARIYÊN ŞOREŞA XWE DIKE

Piştî xebatên demdirêj, jinan di sala 2005 de Yekitiya Star ava kir. Piştî pêşketina xebatên rêxistinî û firehkirina asoyên bi rêxistinkirina jinan, pêwîstî bi sîwaneke firehtir çêbû, ji ber wê Kongreya Star di 25`ê Sibata 2016`an de hate damezirandin.

Yekitiya Jinan a Sûriyê ya ku di bin sîwana Partiya Baas a Sûriyê de kar dike, xwe wek yekitiyeke taybet bi jinên Sûriyê dinasîne, lê di rastiyê de tenê propagandaya Baasê dike û dozên jinan paşguh dike.

Endama Koordînasyona Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mune Yusif, Yekitiya Jinan a Sûriyê wek ku di bin sîwana partiya Baas a Sûriyê de kar dike û propagandaya zîhniyeta mêrdestî dike, dibîne. Tenê xebatên hunerî û karên destan mîna dirûn, nexşekirinê dûrî pêşxistina zîhniyata xwe dimeşîne.

Mune dibêje armanca sereke ya Yekitiya Star pêşxistina jinan ji aliyên fikrî û zîhniyetê ve û bidestxistina mafên xwe ye. Lê ji ber zîhniyeta mêrdestiyê gelek astengî rastî wê hatin.

Cîgira hevserokatiya Meclisa Rêveber a bajarê Minbicê Cemîle Ehmed îşaret pê dike ku şaş e mirov têkoşîn û rêxistina jinan bi dema destpêkirina şoreşa Rojava ve girê bide. Ji ber ku jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji zêdetirî 40 salî ve li ser bingeha fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan tê dikoşe. Cemîle wiha domand: “Ji beriya şoreşê ve jin xwe bi rêxistin dikin. Bi dehan ji wan di girtîgehên Sûriyê de ne. Bi sedan têkoşer jî tev li tevgera azadiyê bûn. Ev hemû destnîşan dikin ku jinan amadekariyên lidarxistina şoreşa xwe dikir.”

Hevseroka Desteya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hêvî Mistefa yekemîn jina ku wek hevseroka Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava cih girtiye, girêdayî amadekariyên jinan di şoreşa Rojava de got: “Ji ber ku jin ji beriya şoreşê ve heta demeke dirêj xebat meşandine û tê koşiyane, êdî bûne jinên birêxistinkirî û amade ne ku şoreşa xwe ragihînin. Ne ku mîna tê gotin, jin tev li şoreşê dibin, lê belê jinan şoreşa xwe li dar xist û hişt ku şoreşa Rojava bibe şoreşa jinan.”

ÇAWA ŞOREŞ BÛ ŞOREŞA JINAN?

Rêber Abdullah Ocalan şoreşa jinan wek şoreşek çandî dibîne û di pareznameyên xwe de dibêje “Pergalê ji demek dirêj ve, derfeta xwerastkirinê winda kiriye. Tişta pêwîst şoreşa jinan e. Çawa jî koletiya jinan kûrtirîn koletî ye, şoreşa jinan jî kûrtirîn şoreşên azadî û wekheviyê ye.”

Li gorî Hêvî Mistefa, di dirêjahiya dîrokê de jinan tev li gelek şoreşan bû. Beyî ku ew şoreş taybetmendiya jinan xuya bike. Yan jî rêxistinek an jî tevgerek ku banga maf û azadiya jinan dike ava bike. Rola wê bidawîbûna şoreşê re bi dawî dibû.

Hêvî gotinên xwe didomîne û diyar dike ku şoreşa Rojava ji şoreşên berê cudatir e, ji ber ku jinan xwe di tevahiya waran de birêxstin kir. Pêşketin û birêxistinkirina xwe domand û taybetmendiya jinbûyînê di şoreşê de parastin. Ev jî hişt ku şoreşa Rojava bibe şoreşa jinan.

Jinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rola xwe di tevahiya warên siyasî, leşkerî, dîplomasî û sivîl de lîst. Li herêmê zêdetirî 20 rêxitsinên jinan hene.

Jê Kongreya Star a ku di 2005`an de, Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 2019`an de ava bû, Meclisa Jinan a Sûriyê di 2017`an de ava bû, Rêxistina Sara ya têkoşîna li dijî tundiya li dijî jinan 2013`an ava bû, Mala Jin a Perwerdeyê sala 2013`an ava bû, Desteya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 2014`an ava bû, Meclisên Jinan ên Rêveberiyên Sivîl, Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Adara 2013`yan ava bû, Zanista jin(Jinelojî) a ku yekemîn akademiya xwe li kantona Efrînê beriya dagirkirinê di Tîrmeha 2017`an de vekir, Yekitiya Jinên Ciwan û Yekitiya Ragihandina Jinan. Tevî komînên jinan û komîteyên taybet bi jinan di her sazî û desteyekê de.

Li ser asta siyasî û dîplomasî, jinan tev li panel û semînerên cîhanî yên girêdayî aloziya Sûriyê bûn û dosyayên Rojhilata Navîn nîqaş kirin.

Li rex wê jî jinên şervan di Yekîneyên Parastina Jin de berxwedanek û têkoşînek bê hempa di şerên Kobanê, Efînê de nîşan dan û li hemberî êrişên artêşa Tirk a dagirker li dijî bajarên Girê Spî û Serêkaniyê di 9`ê Cotmeha 2019`an de li ber xwe dan û ji wê girîngtir, pêşengiya şerên tunekirina terora DAiŞ`ê kirin û bi hezaran jinên Êzidî xilas kirin.

Ji ber berxwedanan jinan li hemberî êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, êdî bû hedefa dagirkeran. Artêşa Tirk a dagirker di Cotmeha 2019`an de sekretera giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Hevrîn Xelef, di 23`yê Hezîrana 2020`an de endamên Koordînasyona Kongreya Star a herêma Firatê Zehre Berkel, Hebûn Mele Xelîl û Emîne Weysî kirin hedef. Li rex wê jî jinên herêmên dagirkirî ji sûcên dagirkeran nafilitin. 

GELO JINAN DI ŞOREŞA ROJAVA DE BIRÊXISTINBÛNA XWE GIHAND ASTA PÊWÎST?

Jinê taybetmendiya xwe di şoreşa Rojava de nîşan da. Bi hezaran jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê meclis, saziyên sivîl, leşkerî û desteyan birêve dibin û cih di hevserokatiyê de digirin.

Li gel ewqas xebat û fedekarî, helbet dê kêmasî û astengî jî di warên xwe birêxistinkriinê û pêşxisttina warên fikrî û zîhniyetê de derkevin holê.

Cîgira hevserokatiya Meclisa Rêveber a bajarê Minbicê Cemîle Ehmed dibîne ku li gorî pîvanên şoreşê, jinan û rêxistinên wê negihaştine asta fikrî ya ku tê xwestin.

Cemîle îşaret pê kir ku zîhniyeta mêrdestî li ser fikr û kesayeta jinan serdest e, ji ber wê kêmasî derkevin. Bi taybet di warên siyasî û rêveberî de. Gelek caran jin bi dîtin û zîhniyeta mêr li siyasta cîhanê dinêre û dihizire.

Hêvî Mistefa hevseroka Desteya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibîne ku jinan heta radeyekê lewaztiye xwe di qada siyasî de derbas kiriye. Di salên dawî de rola xwe di partiyên siyasî de xuya kir, pêşengiya danûstandin û nîqaşên siyasî di qadên navdewletî kir.

BANDORA BIRÊXISTINBÛNA JINAN LI SER TEVGERÊN HERÊMÎ Û CÎHANÎ

Piştî berxwedana jinan di şerê Kobanê de sala 2014`an, fedekariyên Arîn Mîrkan û Rêvana Rojava û lîstina jinan rola xwe di qadên siyasî de,  bala tevahiya jinan li Kurdistanê û cîhanê kişand ser şoreşa jinan li Rojava da ku wê nas bikin.

Vejîna jinan li herêmê Rojava di tevahiya waran de, dehfek da jinên Şehba, Heleb, Minbic, Dêrazor, Reqa û Tebqayê yên ku ji DAiŞ`ê rizgar bûne, da ku dest ti rêxistinkirina xwe bikin, tev li tevahiya waran bibin û rola xwe bilîzin.

Li rex wê jî, bi dehan jinên intersyonalîst ji welatên cîhanê yên cuda, berê xwe dan herêmê da ku sirê şoreşa Rojava nas bikin. Hinek ji wan ji baweriya bi rêgeza azadiya jina ku ji bo tevahiya jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê dikoşe, tev li xebatên rêxistinî û leşkerî bû.

BI PERWERDEYÊN FIKRÎ DÊ JIN BÊHTIR BANDORÊ LI ŞOREŞÊ BIKIN

Cîgira hevserokatiya Meclisa Rêveber a bajarê Minbicê Cemîle Ehmed got: “Jin bi rêya pêşxistina xwe di warên fikrî û zîhniyetê de dikare bêhtir bandor li şoreşê bike. Divê azadiya xwe ji xwe re bike bingeh. Divê zîhniyeta ku wê ji birêvebirina civakê dûr dixe bide aliyekê, xwe weke berpirsa birêvebirina civakê ji aliyên fikrî, civkaî û siyasî ve bibîne.”

Li gorî anketekê ku li herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatibû çêkirin bi taybet di nav jinên ku di tevahiya waran de kar dikin, lewaztiyek çandî û fikrî di nava jinan de heye. Ev lewaztî di encama zordestiya ku li ser serê wê hatiye meşandine. Jinan bi rêya anketê banga lêkolînkirina taybetmendiya jinan di civakê de û zêdekirina hemleyên perwerdeyên fikrî kirin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din