'Şoreşa 19`ê Tîrmehê pêngavek nû di tîgehên sore û demokrasiyê de çêkir'

Partiya Kesk a Kurdistanê û Partiya Aşîtiyê ya Demokratîk a Kurdistanê bi daxuyaniyên cuda salvegera 8`emîn a destpêkirina Şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz kirin û diyar kirin ku şoreşê rêveberiyeke xweser a demokratîk ku mafên hemû pêkhateyên gelê Sûriyê misoger dike, ava kir û pêngaveke cuda di têgînên şoreş, azadî û demokrasiyê de çêkir.

Di di daxuyaniya Partiya Kesk a Kurdistanê de hate gotin :"Sîstemên sitemkar li Rojhilata Navîn bi kiryarên xwe aloziyên bi girêk û li pey hev derxistin. Ji ber zilm û zordariya wan sîsteman, gelên Rojhilata Navîn û bakurê Afrîkayê serîl hildan. Hin şoreş bi ser ketin, hin jî wekî şoreşa Sûriyê, Yemen û Lîbyayê veguherîn şerekî navxweyî."

Di berdewama daxuyaniyê de bal hate kişandin ser polîtîkeyên Partiya Baasê li Sûriyê û ev tişt hate diyarkirin : "Partiya Baas bi salên dirêj, nasnameya gelê Sûriyê tune dihesiband, azadî bi sînor dikir û gendelî di hemû saziyên dewletê de derxist. Piştre, li dijî gelê ku derdiket û daxwaza mafên xwe dikir, tundî bi kar anî. Bi piştevaniya hin dewletên herêmî, Sûriyê bû navendeke şerê cîhanî û terorê."

Partiya Kesk a Kurdistanê destnîşan kir ku di vê tevlêheviyê de, şoreşeke ku ji giyanê gelên kevin ên vê axê dest pê kir û wiha got: "Şoreşa Rojavayê Kurdistanê di vê roja pîroz 19`ê Tîrmeha 2012`an de, dest pê kir. Gelên Rojava dest bi rêxistinkirina xwe  kir û ji bo rizgarkirina gelên Sûriyê û avakirina Sûriyeke ji bo her kesî, biratiya gelan bingeh ji xwe re girt. Gel di mercên herî zehmet de xwe di qadên leşkerî, siyasî de bi rêxistin kir û çeteyên DAIŞ`ê tune kir."

Di daxuyaniyê de hate gotin ku Şoreşa 19`ê Tîrmehê, rêveberiyeke xweser a demokratîk ava kir ku mafên hemû pêkhateyên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê misoger dike û li hemberî hewldanên fitne û derxistina cûdakariyê di navbera gelan de sekinî.

Partiya Kesk a Kurdistanê di daxuyaniyê de salvegera vê şoreşa pîroz ku hîna berdewam dike, pîroz kir û soza parastina destkeftiyên şoreşê û pêkanîna serkeftinê da.

Di daxuyaniya Partiya Aşîtiyê ya Demokratîk a Kurdistanê de hate gotin:

Şoreşa 19`ê Tîrmehê ku sala 2012`an ji bajarê Kobanê dest pê kir û li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav bû, pêngavên nû di tîgînên şoreş, azadî, demokrasî, maf û jiyana hevbeş de çêkir. Şoreşê di salên borî de, îspat kir ku xebatên leşkerî tenê têra guhertina sîstemên zordar nake, lê belê divê bingehên fikrî û exlaqî jî hemwextî vê xebatî hebin. Heke şoreş ne giştî be, serkekftin û guhertina tê xwestin pêk nayîne."

Partiyê salvegera 8'an a Şoreşa Rojava pîroz kir û got: " Bi boneya derbasbûna 8 salan li ser destpêkirina vê şoreşê, em Partiya Aşîtiyê ya Demokratîk a Kurdistanê berê her kesî li malbatên şehîdan, hemû pêkhateyên Rojava, hêzên leşkerî û Rêveberiya Xweser pîroz dikin. Destkeftiyên ku hatine bidestxistin bi saya îradeya azad  pêkhateyên vê xakê bû. Em bang li hemû pêkhateyên Rojava dikin ku li dijî hemû plan û komployên dagirkeriyê, bibin yek û destkeftiyên bi xwîna bi hezaran şehîdan hatine bidestxistin, biparêzin."

(cx)

ANHA


Mijarên Din