SOHR: Tirkiyê sewqiyeke din şand Idlibê

SOHR ragihand ku sewqiyeke din a leşkerî ya Tirkiyê di dergiyê Kefer Losîn de derbasî Idlibê bû. SOHR, diyar kir sewqiyet ji 20 maşîneyan ku bi tank û dikên fûzeyan barkirbû, pêk dihat.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) sewqiyet ber bi nuqteyên Tirkiyê yên li "Herêmên kêmkirina şer" ve derket.

Hejmara maşîneyên ku ji destpêka ragihandina agirbesta nû derbasî Sûriyê bûne gihaşt 3 hezar û 825 û bi hezaran leşker.

Ji 2‘yê Sibata 2020‘an heta niha zêdeyî 7 hezar û 135 kamyon û maşîneyên leşkerî yên Tirkiyê derbasî xaka Sûriyê bûn, ku ji tank, barhilgirên leşker û panzêran, alavên dijî gule û radarên leşkerî pêk tê. Her wiha zêdeyî 10 hezar û 400 leşkerên Tirk li Idlib û Helebê belav bûn.

Hêzên hikumeta Sûriyê duh teqwiyetek şand Idlibê. Tê gotin ku heger mûzaketiyên Rûs û Tirkan ên derbarê rêya Heleb- Laziqiyê de bi binbikevin, dibe operasyoneke leşkerî dest pê bike.


Mijarên Din