SOHR: Rejîmê derdora nuqteyeke Tirkiyê topbaran kir

Hêzên rejîmê derdora "nuqteya çavdêriyê" ya Tirkiyê li bajarokê Merhitat ê başûrê Meret Nûman  topbaran kir, di encamê de zirarên madî çêbûn û ev yek çend seat beriya civîna dewletên garantor ên Astanayê pêk hat.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku hêzên rejîmê bi topavêjan êrîşî bajarokê Merhitat li nêzî nuqteya Tirkiyê li başûrê Meret Nûman  kir, di encamê de zirarên madî pêk hatin.

Li herêmên qaşo bêçek 12 nuqteyên Tirkiyê hene, êdî çarenûsa wan ne diyar e. Di demekê de ku şerekî giran rû dide, bi taybet nuqteya li Morkê ya Hemayê êdî ji aliyê hêzên rejîmê ve hatiye dorpêçkirin, piştî ku hêzên rejîmê agirbest bi dawî kir û dest bi êrîşên xwe li ser herêmê kir û Tirkiye tawanbar kir ku terorîstan li Idlibê tev digerîne. Di encama wê de hêzên rejîmê herêmên berfireh li gundewarên Idlib û Hemayê heta Xan Şêxûnê kontrol kirin.

Hêzên rejîmê û Rûsya nuqteyên çavdêriyê û hêzên Tirkiyê li Idilibê kirin hedefa xwe, tevî ku lihevkirin di navbera her du aliyan de heye ku di 19`ê Tebaxê de karwanekî ku ber bi nuqteya Mork ve li ser rêya derveyî bajarê Meret Nûman diçû, ji aliyê balafirên rejîmê ve hate hedefgirtin, tê de 3 çeteyên ku di erebeyên li pêşiya karwan de bûn, hatin kuştin. Hêzên rejîmê jî diyar kir ku karwan ji bo destekkirina terorîstên Cebhet El-Nusra diçû.

Wê demê dezgehên ragihandinê yên Tirkan got balafira ku bombebaran kir, dibe ku ya Rûsyayê be, lê Tirkiyê balafirên xwe ji bo parastina karwan neşandin, ji ber vê yekê karwan neçar ma raweste û paşde vekişe û berê xwe bide nuqteyeke din a çavdêriyê ya Tirkiyê li Sûriyê.

Her wiha derdora nuqteyên din ên çavdêriyê yên Tirkan ji aliyê hêzên rejîmê ve hatin bombebarankirin.

Hêzên rejîmê bombebarana xwe li Şêx Damis û derdora Kefersencê, Hesanê, Mera El-Sîn û Mera Hermê li gundewarên başûr û başûrê rojhilat dewam dikin, her wiha rejîmê eniyên li Kebanê li gundewarên bakurê Laziqiyê û Sirmaniyê û derdora Cebel Şehşibo gundewarê rojava û bakurê Hemayê, topbaran kir.

Li herêmên bêçek balafirên şer û keşfê digerin, ew yek piştî çend seatan ji civîna dewletên garantor ên Astanayê" li Enqerê pêk hat.

(jo)


Mijarên Din