SOHR: Piştî redkirina Azerbaycanê ya bicihbûnê, hinek çeteyên sûrî vegerîn

SOHR’ê daxuyand ku piştî hikumeta Azerbaycanê red kir ku çeteyên sûrî yên girêdayî dewleta Tirk li Azerbaycanê bi cih bibin, hin beşên ji çeteyan vegerîn Sûriyê.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), ragihand ku beşên nû ji çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ji Azerbaycanê vegerîn xaka Sûriyê. Ew jî piştî binketina hewldanên dewleta Tirk a mayîna wan li Azerbaycanê, vegerîn. Ji ber hikumeta Azerbaycanê red kir ku çeteyên sûrî li Azerbaycan û Qerebaxê bi cih bibin.

Li gorî SOHR’ê hejmara çeteyên sûrî yên ku dewleta Tirk şandine Azerbaycanê 2 hear û 580 çete ne, jê 900 piştî redkirina hikumeta Azerbaycanê ya bicihbûnê, vegerîn. Lê beriya wê jî 342 çete vegerîn Sûriyê. Li aliyekî din jî hejmara çeteyên Sûriyê yên ku dewleta Tirk a dagirker şandine şerê li Qerebaxê de, ji Îlona borî de, 293 çete hatine kuştin.

(fr)


Mijarên Din