SOHR: Li Idlibê leşkerek Tirk kuştî yek jî birîndar hatin dîtin

SOHR, ragihand ku li ser rêya Idlib –Sermînê du leşkerên Tirk yek kuştî û yek birîndar hatin dîtin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku duh li ser rêya otostrad Laziqiyê- Hebebê teqîneke bi hêz rû da û diyar kir ku piştî derbasbûna dewriyeya hevpar a Tirkiyê-Rûsya li ser rêya M4,  li derdora Erîhayê mayînek teqiya. Piştî teqînê hêzên Tirk ên li herêmê ketin tevgerê.

Duh dewriyeya hevpar a Rûsya-Tirkiyê ji gundê Tirinbê heta gundê Kefer Şilaya ya Idlibê meşiya.

Dewriye, piştî hefteyekê ji kuştina leşkerekî Tirk di teqîna li ser rêya navdewletî ya Laziyê- Heleb de hate meşand.

SOHR, her wiha diyar kir ku li ser rêya Idlib-Sermîn nêzî nuqteyeke Tirkiyê leşkerek Tirk kuştî yek jî birîndar hatin dîtin. Li gorî SOHR, heta niha sedema hedefgirtina herdu leşkeran nehatiye zanîn.


Mijarên Din