Navenda Çavdêriya Mafên Mirovana Sûriyê (SOHR) ragihand ku li dijî hêzên girêdayî Îranê yên li gundewraê herêma El-Bûkemal ê rojhilatê Dêrazorê êrişên hawayî hatin kirin.
Li gorî SOHR: "Balafirên nenas ku tê îdiakirin yên Îsraîlê ne, serê sibeha roja Pêncşemê nuqteyên hêzên Lîwa Zeynebiyon ên li çolistana Celaa û Hemdan ên dikevin rojavayê bajarê El-Bûkemal ê gundewarê rojhilatê Dêrazorê kirin armanc. Di encamê de 19 kes ji wan hêzan hatin kuştin, di nav de 2 fermandar hene. Her wiha ziyanên madî çêbûn."