SOHR: Leşkerên Tirk hatin kuştin û şerên dijwar li derdorê Seraqib

Di bombebarana balafirên şer ji nuqteyeke çavdêriya Tirkiyê re li Idlibê, hejmareke leşkerên Tirk hatin kuştin û birîndarkirin. Li derdorê bajarê Seraqibê jî şerên dijwar dewam dikin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku balafirên şer nuqteyeke çavdêriya Tirkiyê li herêma Belyûn a li Çiyayê Zawiyê yê gundewarên Idlibê, bombebaran kir. Tê gotin ku di bombebaranê de hejmareke leşekerên Tirk hatine kuştin û birîndarkirin.

Di heman der barê de, şerên dijwar li derdorê bajarê Seraqibê di navbera çeteyan û hêzên rejîmê de, dewam dikin. Rejîm hewl dide ku Seraqibê bi dest bixe û çete jî hewl didin bi destekdayîna tankên Tirkiyê li derdorê bajêr pêş ve biçin, piştî ku li Cobas û Dadês ên başûrê Seraqibê, pêş ve çûn.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîb Erdogan kuştina 3 leşkerên Tirk li Idlibê piştrast kiribû.

Ev pêşketin beriya destpêkirina roja duyemîn a hevdîtinên Rûsya û Tirkiyê yên der barê Idlibê de, pêk tên ku duh her du alî negihîştibûn tu lihevkirinan.

(cx)


Mijarên Din