SOHR: Hejmara kuştî û birîndarên çeteyên Feyleq El-Şam zêde dibin

SOHR, ragihand ku hejmara kuştî û birîndarên çeteyên Feyleq El-Şam a ji ber bombebarana balafirên Rûsî li ser baregehên wan ên li bakurê rojavayê Idlibê bû 168'an.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku hejmara kuştiyên çeteyên Feyleq El-Şam a ji ber êrişên balafirên şer ên Rûsyayê bû 78. SOHR diyar kir ku dibe hejmara kuştiyan zêde bibe, ji ber zêdeyî 90 birîndar hene ku rewşa piraniya wan xeter e û gelek ji wan windayî ne û asê mane.

Her wiha balafirên şer ên Rûsyayê îro êrişên asîmanî li dijî nuqteyên çeteyên Feyleq El-Şam li rojavayê Idlibê pêk anîbûn.

 


Mijarên Din