SOHR: Di teqînekê de 3 leşkerên Rûsyayê birîndar bûn

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku dema dewriyeya Rûsya – Tirkiyê li ser rêya Laziqiye – Heleb a M4 derbas dibû, mayinek teqiya û di encama wê de 3 leşkerên Rûsyayê birîndar bûn.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku dema dewriyeya Rûsya – Tirkiyê li nêzî Misêbîn a li ser rêya Laziqiyê – Helebê ya navneteweyî derbas dibû, mayin bi dewriyeyê ve teqiya. Di encama wê de 3 leşkerên Rûsyayê birîndar bûn. Birîndar bi erebeyên artêşa Tirk hatin veguhastin.

Tevî ku hêzên dewleta Tirk a dagirker dibêjin ku wan operasyonên paqijkirina mayinan li herêmê bi awayekî zêde kirine jî, lê ev mayin teqiya.

Hêzên Rûsyayê dewriyeyeke nû bi hevkariya hêzên dewleta Tirk li ser rêya Laziqiye – Helebê ya navneteweyî derxist.

Dewriye ji gundê Tirinbê yê rojhilatê Idlibê dest pê kir da ku ber bi gundê Eyn Hor ê li bakurê Laziqiyê ve biçe ku ew jî herêma dawîn li ser rêya navneteweyî di nava herêmên çeteyên Tirkiyê de ye. Her du aliyan jî hewl da ku lihevkirina ku di 5`ê Adara derbasbûyî de têkildarî dewriyeyên hevbeş ên li ser rêya M4 pêk hatibû, temam bikin.

bx


Mijarên Din