SOHR: Di êrişa DAIŞ’ê ya li Dêrazorê de 4 leşkerên hikumeta Sûriyê mirin

SOHR’ê daxuyand ku di êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya li rojavayê Dêrazorê de 4 endamên hêzên hikumeta Sûriyê jiyana xwe ji dest da.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) da zanîn ku di êrişa şaneyên çeteyên DAIŞ’ê ya berbanga vê sibê li dijî nuqteyên hêzên hikumeta Sûriyê ya li derdora zeviyên Xerata ya petrolê de, 4 endamên hêzên Dîfa El-Wetenî jiyana xwe ji dest da.

Li gorî SOHR’ê şer çend saetan di navbera her du aliyan de berdewam kir.

(fr)


Mijarên Din