SOHR: 29 endamên hêzên hikumetê û çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) îro ragihand ku di şerên li cihên cuda yên çolistana Sûriyê û herêmên din ên sêgoşeya Heleb, Hema û Reqayê de 13 çeteyên DAIŞ'ê û 16 endamên hêzên hikumeta Şamê hatine kuştin.

Şerên di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên DAIŞ'ê de herî zêde li derdora El-Rehcan û Asriye yên gundewarên rojhilatê Hemayê û eniyên din ji sêgoşeya Heleb, Heme û Reqayê diqewimin. Her wiha balafirên şer êrişên asîmanî pêk tînin.

Li gorî SOHR'ê, di encama şerê di navbera her du aliyan de 13 çeteyên DAIŞ'ê û 16 endamên hêzên hikumeta Şamê hatine kuştin.

SOHR`ê her wiha diyar kir ku rewşa hin birîndaran giran e û dibe ku hejamra kuştiyan zêde bibe. Hin agahiyên din dibêjin ku kuştiyên din hene.

Ji 24 Adara 2019'an û heta niha, 903 endamên hêzên hikumetê hatine kuştin ku hinek ji wan biyanî ne (2 ji Rûsya, 140 endamên komên girêdayî Îranê ne) ku hemû di êriş û teqînên çeteyên DAIŞ`ê li rojhilatê Firatê, Çolistana Dêrazorê, Reqa, Humis û Siwêdayê de hatine kuştin. Di heman demê de 495 çeteyên DAIŞ`ê hatine kuştin.

Her wiha di êrişên çeteyên DAIŞ`ê yên li herêmên serweriya hikumeta Şamê de, 4 sivîlên di zeviyên gazê de kar dikirin, 11 şivan û welatiyeke din hatine kuştin.


Mijarên Din