SOHR: 28 çeteyên ji Sûriyê li Qerebaxê hatin kuştin

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) îro ragihand ku 28 çeteyên Sûriyê yên girêdayî dewleta Tirk li Qerebaxê hatine kuştin û 62 jî birîndar bûne.

SOHR’ê belge kir ku di 48 seatên derbasbûyî de hejmara windahiyên çeteyên Sûriyê yên girêdeyî dewleta Tirk piştî ku tev li şerên mezin ên Azerbêcanê bûne, zêde bû. Heta niha 28 çete hatine kuştin û herî kêm 62 çete jî birîndar û winda bûne.

Girêdayî heman mijarê bi sedan çeteyên ji Sûriyê xwe amade dikin da ku bi rêya hêla şîrketên ewlehiyê yên Tirk biçin Azerbêcanê.


Mijarên Din