Îşo yê Suryan: Komkujiyên Tirkiyê berdewam in

Suryanên ku ji komkujiya dewleta Osmanî xilas bûn û li ser sînorê Sûriyê-Tirkiyê bicih bûne, ji roja kul i ser sînor bicih bûne heta niha rastî êrişên dewleta Tirk tên. Welatiyê Suryan ê bi navê Îşo Marogê got, ev siyaseta dewleta Tirk ji sedsala borî heta niha berdewam e.

Dewleta Osmanî ya dagirker di Şerê Cîhanê yê Yekem de gelên Ermen, Suryan, Aşûr û Kildan di komkujiyan re derbas kirin. Li gorî lêkolîn û belgeyên cîhanî milyon û nîv xiristiyan hatin kuştin, bi sedhezaran hatin koçberkirin û sirgunkirin. Osmaniyan wê demê bi hinceta ol û ewlehiya netewî ev komkujî pêk anîn.

Gundên Suryaniyan ên nêzî sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de, piştî komkujiyan rastî êrişên dewleta Tirk hatin. Armanca wan ew bû ku Kurdan û Suryaniyan ji gundan derbixe. Ew jî bi hinceta ku Suryan û Ermenên ji komkujiyê reviyane li wan gundan bicih bûne, ev jî ji bo sînorên wan xeterî ne. Suryanên di wan gundan de carek din neçarî koçberiyê bûn.

Welatiyê Suryan Îşo Marogê Mesûd ji şêniyên gundê Til Cîhan ê navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişloyê ye. Temenê wî zêdetirî 100 sale. Tê bîra Îşo ku çawa leşkerên Tirk digirtin ser gundên wan û kesên xiristiyan dikuştin.

Îşo Marogê got: “Dapîr û bapîrên me ji komkujiyên Osmaniyan ên li herêma Hebabî ya Mîdyada navçeya Mêrdînê koçber bûn. Leşkerên Osmanî di komkujiya li ser Ermenan de 8 apên min kuştin. Leşkerên Tirk digirtin ser gundên sînor û her Suryaniyek rastî wan dihatin, heta zarokên 5 salî jî dikuştin.”

 Îşo li gundê Til Cîhanê bi bira û xwişka xwe re dijî.

Li gorî Îşo Marogê Kurdên di gundên li ser sînor de Suryan diparastin, ew ji gund dur dixistin, ji ber çavan vedişartin. Ji leşkerên Tirk re îdea dikirin ku ew misilman in. Her wiha parastina mal û milkên wan dikirin heta vedigeriyan.

Îşo Marogê diyar kir ku leşkerên Tirk hewldidan ku tevlîheviyê di navbera gelê Kurd, Ereb û Suryan de derxin. Ferman li ser Kurdan ferz dikir ku Suryanan bikujin û dema Kurdan ev yek red dikir Kurd dikuştin û gelek caran jî êrişî gundên Kurdan dikirin. Leşkerên Tirk bi hinceta ku Kurd Suryanan diparêzin êrişî gundên wan dikirin û ew dikuştin.

Heta niha gundên sînor rastî êriş û topbarana dewleta Tirk tê. Di salên dawîn de gundê Îşo zêdetirî carekî rastî êrişî dewleta Tirk hat. Dêra Meryem a li Til Cîhanê hate topbarankirin. Li gorî Îşo Marogê ku ew siyaset ji beriya çend sedsalan heta roja îro, didome.

(bx)

ANHA


Mijarên Din