Şêniyên Zirganê yên vegeriyane: Em naxwazin cardin derbikevin

Şêniyên Zirganê yên ji ber êrişan neçarî koçberiyê bûn vegeriyanê warê xwe anîn ziman ku hîna jî xeteriya êrîşan li ser wan heye û gotin: “Ew warê me ye û em naxwazin dîsa neçarî koçberiyê bibin.”

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê êrişên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dike. Di encama êrişan de bi hezaran gelê resen neçarî koçberiyê hat kirin. Gelek şênî wekî şêniyên Zirganê di nav xeteriya êrişan de jî vegeriyanê warê xwe.

Xema Salih Sacir anî ziman ku êriş bûne sedema astengiyên jiyanî û got: “Dewleta Tirk her rengê hovîtiyê li ser me dide meşandin. Axa me dagir kirin û me neçarî koçberiyê kirin.  Ji bo talan û diziyê dixwazin van herêmê din jî dagir bikin. Niha em di aramiyê dijîn lê tirsa me hin jî li ser êrişên dewleta Tirk a dagirker heye. Em neçarî koçberiyê bûn lê em vegeriyan warê xwe. Em hêvîne ku rewşa li vir di nav aramiyê de bimînê û êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên me bi dawî bibin.  Ji ber êrişan nan, kahrebê û av kêm bûye. Rixmî van astengiyan jî em ji malên xwe êdî dernakevin û ji çeteyên girêdayî dewleta Tirk re nahelin.”

‘MAL Û KOLANÊN XWE NADIN ÇETEYAN’

Hacer Ehmed  ku li Zirganê dayîkbûye û 60 salê li vir dijî, ji ber êrişan neçarî koçberiyê bû û niha jî vegeriya mala xwe. Hacer ji bo rewşa Zirganê got: “Li vir aramiya me berdewam dike. Jiyana me bi parastina Zirgan re her xweş derbas dibe. Tenê daxwaza me derxistina çeteyên dewleta Tirk a dagirkerê.  Em naxwazin çete aramiya me xerab bikin û li warê me bicih bibin. Em mal, kolanên xwe nadin çeteyan.”

Leyla Mihemed jî 20 rojan koçberî Hesekê bibû niha jî vegeriya Zirganê dibejê: “Carekê din em dernakevin.”

‘ÇETE JI BO DIZIYÊ TÊN, EM JÎ JI WAN RE NAHÊLIN’

Xazê Hemo diyar kir ku xwediyê axê ew in û êdî ji malên xwe dernakevin û got: “Ji ber tirsa çeteyên dewleta Tirk em neçar man ji malên xwe derbikevin.  Em koçberî Qamişlo, Hesekê bûn. Ji ber çeteyên dewleta Tirk li Serêkaniyê û Gre Spî diziya malên gel dikirin me jî ji tirsa dikan û malên xwe vala kirin. Em bi tena çekên xwe mane. Xwediyê vê axê em in û em dîsa ji vir dernakevin.”

ANHA


Mijarên Din