Şêniyên Zirganê: Êrişên hovane berdewama Komploya Navneteweyî ne

Şêniyên navçeya Zirganê helwestên xwe li dijî bêdengiya cîhanê ji hedefgirtina sivîlan re anîn ziman û got “Ev êrişên hovane berdewama Komploya Navneteweyî ne û divê êdî cîhan qîrîna Rojava bibihîze.”

Navçeya Zirganê girêdayî bajarê Serêkaniyê ye û ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve bûye hedefa êrişên dagirkeriyê. Çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker kîlometreyekê dûrî navçeyê ne. Lê ruxmî êrişan şêniyên navçeyê xeta berxwedanê hilbijart, bi israr in ku ji malên xwe dernekevin. Têkildarî êrişên hovane û berxwedana gel me nêrînên şêniyên navçê girtin.  

Wecdî Deham anî ziman ku bê ser û ber navçe tê topbarankirin û got: “Xetereyeke mezin li ser me heye. Ez û malbata xwe ji navçeyê derneketin û em dernakevin jî. Em komploya li ser rêber Apo şermezar dikin ku ew komplo heya niha bi êrişan re berdewam dike.  Ew komplo li ser tevahî gelê Sûriyê ye. Heya dawî li dijî wan komployên qirêjî ku li ser axa me ya pîroz tên meşandin, em ê tê bikoşin.”

‘CÎHANA KER Û LAL BILA VAN ÊRIŞAN ÊDÎ BIBÎNÊ’

Ebdilkerîm Elî ku ji gundê Dada Ebdan ê navçeya Zirganê neçarî koçberiyê li navçeyê bûye û got: “Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi zanebûn sivîlan dikin hedef ku naxwazin em di aramiyê de bijîn. Em jî ji bo nebin hedefê dagirkeran neçarî koçberiyê bûn.  Êdî em naxwazin koçber bibin û em ji Zirganê dernakevin.  Li ber çavên cîhanê gelê me koçber dibe, tê kuştin, birîndarkirin, hey dewletên ker û lal, hûn çima vê qîrînê nabihîsin?  Em naxwazin zarokên me bên kuştin û birîndarkirin. Em naxwazin herêmên me ji aliyê dagirkeran vê bên dagirkirin em tenê aramiya xwe ya berê dixwazin.”

‘EM LI VIR JI DAYÎK BÛN Û EM Ê LI VIR BIMIRIN’

Kamîran Mihemed ku li navçeya Zirganê saet 07.00’ê sibehê tê dikana xwe ya mirîşkan vedike û heya 19.00 dimîne, diyar kir ku  gelek caran obûs li navçeyê ketine û got: “Di malên xwe de dema êrişan cîranên me hemû li malekê de kom dibin û heya sibehê şiyar dimînin. Em li ser zarokên xwe ditirsin ku bibin hedefa dagirkeran. Ev der warê me ye, ne yê çete û dewleta Tirk e. Em li vir ji dayik bûn û em ê di warê xwe de jî jiyana xwe ji dest bidin. Em gelê herêmê wekî Kurd, Ereb, Suryan me destê hev girtiye û heger em xwînê jî li ser axa xwe bidin em dagirkeriyê qebûl nakin. Em bi hêza xwe re ne, em dixwazin Rojava ya me vegere wekî berê û çete jî herêmên me derkevin.”

ANHA


Mijarên Din