Şêniyên Zerganê xwestin ku dîsa navenda tenduristiyê were vekirin

Şêniyên navçeya Zerganê ya herêma Serêkaniyê daxwaz ji Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê kirin ku navenda tenduristiyê li navçeyê aktîv bikin. Gerînendiya Tenduristiyê ya Serêkaniyê soz da ku di demeke nêzî de dê navend were vekirin.

Li navçeya Zerganê ya herêma Serêkaniyê ya girêdayê kantona Hesekê û gunên derdora wê, navendên tenduristiyê tinene. Navçe ji nexweşxaneyên bajarê Serêkaniyê dûr in. Di hin caran de ji ber tinebûna ambulansê û kadroyên tenduristiyê ku nexweşan rakin nexweşxaneyên derve wefat çêbûn. Li ser vê yekê şêniyên navçeyê daxwaza jinûve vekirina navenda tenduristiyê kirin ku ji beriya du mehan ve hatiye girtin.

Navenda Tenduristiyê ya navçeya Zerganê ji 3 beşan pêk dihat; Zarok, jin û hundirîn. Navendê bi buhayê kêmtirî nexweşxane û kilînkan derman dikir.

Şêniyên navçeyê nerazîbûn nîşanî girtina navenda tenduristiyê ya tekane li navçeyê dan.

Şêniyê bi navê Mihemed Sayil ê ji Zerganê got: “Beriya çend salan navendek tenduristiyê li navçeyê heye û ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hat aktîvkirin. Lê ji ber kêmbûna dermanan û xebatkaran navend hate girtin. Di navendê de ambulans û gelek cîhaz mîna îko, cîhazê ji rewşên xeniqandinê re tinene. Devera herî nêzîk navenda bajarê Serêkaniyê ye ku 35 kîlomitreyan ji navçeya Zerganê dûr e. Şênî jî zehmetiyên kiriya rê û buhayê dermanan dikşînin."

Sayil bal kişand ku gelek nexweş ji ber tinebûna ambulasê mirin û dawaz  kir navend ji nû ve were vekirin û her tiştên wê werin peydakirin.

Şêniya bi navê Macîda Eyo ya ji Zerganê got: “Beriya navenda tenduristiyê were girtin gelek nexweşan berê xwe didanê. Di aliyê buhayê dermanan de alîkarî hebû, lê piştî girtina navendê şênî zehmetî kişandin.”

Macîda di dawiya axaftina xwe de bang li Desteya Tendurisityê ya Herêma Cizîrê kir ku navenda tenduristiyê amade bikin, kadroyên tenduristiyê û alavên pêwîst dabîn bike, her wiha nobeta li navendê bi rêxistin bikin.

Şêniyê bi navê Taha Îso anî ziman ku ev demeke dirêje şênî ji ber kêmbûna derman û bijîşkan bê zar in. Îso bang li aliyên pêwendîdar kir ku rêjeyeke baş a dermanan li navendê peyda bikin.

Têkildarî sedema girtina navendê rêveberê Gerînendeya Tenduristiyê ya bajarê Serêkaniyê Ebdulezîz Mio bi bîr xistin ku rêxistina ku bi Rêveberiya Xweser re peymana çêkiribû û derman dida navenda tenduristiyê piştî dema peyamê bi dawî bû. Rêxistinê jî pêşkêşêkirina dermanan sekinand.

Li ser daxwaza gerînendeyê Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê ji bo pêşkêşkirina dermanan ji nexweşxaneyê re peymaneke bi rêxistinekê re îmze kir.

Ebdulezîz diyar kir deriyê xebitandinê di navendê de wekî bijîşkan vekiriye û got, projeyên wan ên vekirina beşê labratorî, cîhazê îko û tomografek  di demên pêş de heye.

(bb/bm)

ANHA


Mijarên Din