Şêniyên Tirbespiyê, Til Koçer û Çilaxa mertalên zindî dewr girtin

Çalakiya mertalên zindî ya li bajarê Serêkaniyê di roja 11‘an de didome. Şêniyên navçeyên Tirbespiyê, Çilaxa û Til Koçerê çalakî dewr girtin.

Bertekên şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî gefên dagirkeriya Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde dibin.

Li xeta sînorê di navbera bajarê Serêkaniyê yê Bakur  û Rojhilatê Sûriyê-Bakurê Kurdistanê de jî çalakiya mertalên zindî di roja 11‘an de berdewam dike. Di bin konê çalakiyê de dirûşmên silavkirina berxwedana li dijî dagirkeriya Tirk û piştgiriyê bi QSD‘ê re tên berzkirin.

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid, hevserokên desteyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û nûnerên partiyên siyasî serdana çalakgeran kirin.

Çalakî îro ji aliyê şêniyên navçeyên Tirbespiyê, Çilaxa û Til Koçerê ve hate dewrgirtin.

Piştî deqeyeke rêzgirtin, bi navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Welîda Botî axivî, gefên Tirkiyê yên dagirkirina herêmê şermezar kirin û got: "Rêveberiya herêmê bi xwîna xort û keçên herêmê hatiya avakirin. Ciwanên herêmê di dîroka nûjen de destanên lehengiyê nîşan dan. Ji hemû dewletan re diyar kirin ku ti kes nikare vîna wan bişkîne. Ji aliyê xwe ve em berxwedana xwe û piştgiriya xwe ya bi hêzên xwe re dewam bikin."

Welîda Botî destnîşan kir ku armanca Tirkiyê ya ji ewe ku destkeftiyên gelan têk bibin û got: "Me bi hev re jiyîn û em ê bi hev re bijîn. Herêma ewle ya ku Tirkiyê qala wê dike, ewle ye û bi hezaran koçberên ji hemû herêmên Sûriyê hembêz kir."

Welîda Botî di dawiya axaftina xwe de bang li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku hevgirtina xwe ya li dijî dagirkeriya Tirk a hewl dide nasnameya gelan ji holê rake, bisekinin.

ANHA


Mijarên Din