Şêniyên Tirbespiyê ji karê şaredariyê razî ne

Şêniyên navçeya Tirbespiyê diyar kirin ku ew ji xebatên şaredariyê razî ne û daxwaza zêdekirina sererastkirina rêyan kirin. Her wiha girîngiya hevkariya şêniyan bi şaredariyê re destnîşan kirin.

Di demên dawîn de Şaredariya Gel a navçeya Tirbespiyê xebatên xizmetguzariyê li navçeyê zêde kirin. Ji wan jî hemleyên paqijkirinê yên heftane, sererastkirina pira Mehleq a başur, ximavkirina (boyax) keviyên rê, stûnên elektirîkê li kolanên sereke û paqijkirina rêya sereke ji giyayan, bûn.

Li aliyekî dîtir jî Zabîteya Şaredariyê kontrolkirina bazar, firneyan û bihayên madeyan didomînin. Tê payîn ku şaredarî dest bi restorakirina kanalîzasyon, sererastkirina rêyên xirabûyî bike.

Li gor wê jî şêniyên navçeya Tirbespiyê razîbûna xwe derbarê xebatên Şaredariya Gel de nîşan dan.

Di vî warî de, şêniyê bi navê Elwan Elî got: "Şaredariya Gel bi hemû erkên xwe rabûye, weke paqijkirin, çavdêriya li bihayên sûk û dabînkirina nan." Her wiha Elî daxwaziya zêdekirina xizmetguzariyan kir û wiha anî ziman: "Divê derfeta sererastkirina rêyan bê vekirin û giringî di aliyê avahîzasiyan de jî bê dayîn."

Li rexê jî Mistefa Hecî daxwaza hevkariya şêniyan bi şaredariyê re kir û got: "Divê şênî kolanan qirêj nekin û qirêjê bavêjin cihên taybet ên komkirina qirêjê."

Hevseroka Şaredariya Gel a navçeya Tirbespiyê Sûad Husên got: “Şaredariyê xebatên xwe di van demên dawîn de zêde kirine. Weke hemleyên paqijkirin, sererastkirina piran, ximavkirina keviyên rê û stûnên elektirîkê li navçeyê, çavdêriya li ser firn û bihayên sûkan.”

Derbarê xwestekên şêniyan ên sererastkirin û restorekirina rêyên li navçeyê Sûad Husên got: “Şaredariya gel dest bi gelek projeyên xizmetguzariyê kiriye. Ji wan jî kanalîzesyon, serestkirina hin rêyên navçeyê weke rêyên sereke li sûk, Mehleq û rêyên gerê.”

(fr/bm)

ANHA


Mijarên Din