Şêniyên Til Koçerê salvegera damezirandina Kongreya Star pîroz kir

Bi dehan şêniyên navçeya Til Koçerê salvegera 16'an a damezirandina Kongreya Star pîroz kir.

Kongreya Star a Til Koçerê bi boneya salvegera 16'an a damezirandina xwe şahiyek li hola Hêzên Parastina Civakê (HPC) ya li navçeyê bi beşdariya bi dehan şêniyan şahiyek li dar xist.

Şahî bi rêzgirtinê dest pê kir, paşê endama rêveveber Mala Jin û endama Kongreya Star a Til Koçerê Xalidiyê Selam axivî û diyar kirku Kongreya Star ji bo rêxistinkirin û pêşxistina jinan hate damezrandin.

Xalidiyê anî ziman ku Kongreya Star ji bo azadiya jinan û bidestxistina mafên wan û da ku isbata xwe di nava civakan de bike, dixebite û wiha dawî li gotina xwe anî: "Kongreya Star da ku xwe bigihîne hemû jinan kar û xebatê dike, ji lew ra navenda Kongreya Star cihê hemû jinan e ku xwe pêş bixe û xwe ji qeyd û bendan rizgar bike."

https://www.hawarnews.com/ar/uploads/files/2021/01/17/130617_2021-1-17-girke-sahiye-kongire-star-28329.jpg

Piştre Koma Çand û Hûnerê ya navçeya Til Koçerê stranên neteweyî gotin û govend hate gerandin.

 (eh)

ANHA


Mijarên Din