Şêniyên Til Koçerê 3 şehîdên Hêzên Senadîd oxir kirin

Bi sedan şêniyên navçeya Til Koçerê cenazeyên 3 şervanên Hêzên Senadîd ên di êrişa kesên nenas de li ser bendeke  kontrolê li gundê Niêmiyê yê girêdayî navçeya Til Koçerê şehîd bûne, oxir kirin.

Îro sibehê bendeke kontrolê ya Hêzên Senadîd li çatrêya gundê Niêmiyê li ser rêya siyasî ya nêzî Til Koçerê, rastî êrişekê ji aliyê kesên nenas ve hat. Di êrişê de 3 şervan şehîd bûn û hin şervanên din jî birîndar bûn.

Bi sedan şêniyan tevî şervanên Hêzên Senadîd, cenazeyên şehîd Beşîr El-Ebyad El-Dîbyan,  Dawûd El-Xelîf El-Bisêrî û Mezên El-Mutleq li Goristana Şehîdan a Eqab El-Eswed a li navçeya Til Koçerê, oxir kirin.

cenazeyên şehîdan ji aliyê şênî û rêhevalên wan ên şervanên Hêzên Senadîd ve hatin veşartin.

(ekib)

ANHA

 


Mijarên Din