Şêniyên Til Hemîsê sersaxî ji malbata şehîd Semîr El-Lîl re xwestin

Bi sedan şêniyên navçeya Til Hemîsê, Meclisa Navçeyê, endamên saziyên sivîl û leşkerî sersaxî ji malbata şehîd Semîr Ayid El-Lêl re xwestin.Şehîd Semîr di 17`ê meha Tîrmehê de li navçeya Til Koçerê şehîd bûbû û roja yekşemê li goristana Til Hemîsê hate oxirkirin.

Bi sedan şêniyên Til Hemîsê li gundê Texlebê yê  girêdayî başûrê Til Hemîsê kom bûn, da ku sersaxiyê ji malbata şehîd Semîr re bixwazin.

Girseya gel di merasîma sersaxiyê de sloganên"Şehîd namirin"berz kirin.Paşê deqak rêzgirtin girtin û gelek axaftin hatin kirin.

Ser navê Meclisa Navçeyê hevserokê Meclisê Salih Xelef, ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan endam Mihemed Xilêwî, ser navê ASAÎŞ`ê şervan  Celal Yusif, ser navê Têkiliyên Dîplomatîk ên QSD`ê fermandar Hec Ehmed El-Geyret, ser navê Meclisa Navçeyê hevserokê Meclisê Ehmed El-Şitî, ser navê Kongreya Star rêvebera kongreyê Nebewiyê Hisên û ser navê Meclisa Cezayê endamê Meclisê Alêwan Azal axivîn.

Kesên axivîn sersaxî ji malbata Semîr El-Lêl û ji hemû malbatên şehîdan re yên ku canê xwe di oxira rizgarkirina hemê ji terorîstan dane, xwestin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din