Şêniyên Til Hemîsê sersaxî ji malbata şehîd Ehmed El-Qeraf re xwestin

Sedan şêniyên navçeya Til Hemîsê sersaxî ji malbata şehîd Ehmed Ziyab El-Qeraf re xwestin û teqez kirin ku ew ê li pêşiya hemû hewldanên êrîşan bisekinin.

Îro sedan şêniyên navçeya Til Hemîs û nûnerên eşîrên Ereb berê xwe dan konê sersaxiyê ji şehîdê Hêzên Erka Xweparastinê Ehmed Ziyab El-Qeraf ê ku di 30`ê Hezîranê dema ku erka xwe ya leşkerî li bajarê Qamişlo radibû, şehîd bûbû, ji malbatê re xwestin. Kon li gundê Texelib 35 km başûrê Til Hemîs hatiye vedan.

Li kon gelek axaftin hatin kirin, jê cîgirê Hevserokê Meclisa navçeya Til Hemîsê Ferhan Ismayîl, meclisa malbatên şehîdan Ehmed El-Xelef û fermandarê têkiliyên Hêzên Melisa Leşkerî ya Holê Ehmed El-Kirad hatin kirin û îşaret bi lehengiya şehîdan ji bo têkbirina çeteyên DAIŞ`ê û rizgarkirina xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji DAIŞ`ê.

Her wiha axaftvanan soza domandina rêya şehîdan dan.

ANHA 


Mijarên Din