Şêniyên Til Hemîsê planên li ser Şengalê şermezar kirin

Bi dehan şêniyên navçeya Til Hemîs a girêdayî kantona Qamişlo bi meşeke girseyî peymana dawî ya di navbera hikumeta Bexdayê û hikumeta Herêma Kurdistanê de û şandina nêzî 10 hezar leşkerên iraqî ber bi Şengalê ve, şermezar kirin.

 Şêniyên navçeya Til Hemîsê bi meşekê ku ji pêşiya meclisa navçeyê dest pê kir, xwestin ku rêzdariyê îradeya gelê Şengalê ku Şengal ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin, bigirin.

Şêniyên li ser planên niha li ser Şengalê tên amadekirin ev pirs pirsin; Dema ku jinên êzidî li sûkên Reqa û Mûsilê dihatin firotin, PDK`ê û hikumeta Bexdayê li ku derê bûn? Dema ku komkujî li dijî gelê Êzidî pêk dihatin, her du hikumet li ku bûn? Çima bêyî ku li nêrîna gelê Şengalê vegerin, peymanan amade dikin?

'HIKUMETA IRAQÊ Û PDK`Ê AMÛREK IN DI DESTÊ DEWLETA TIRK DE'

Meşvan li navrasta navçeyê rawsetîn, li wê derê endama rêveberiya Kongreya Star Nêre El-Hemko axivî û bi navê jinên navçeya Til Temîsê peyman û planên hikumeta Iraqê û hikumeta Başûrê Kurdistanê li dijî gelê Şengalê amade dikin, şermezar kir û wiha got: “Hikumeta Iraqê û PDK`ê wekî amûrekê di destê dewleta Tirk de ne û Tirkiye wan li ser kêfa û li gorî berjewendiyên xwe yên mêtîngeriyê bitevger dike. Peymana dawiyê ya li ser Şengalê fikarên mezin çêdike."

Her wiha hevserokê Meclisa Navçeya Til Hemîsê Heyal El-Xiwêr destnîşan kir ku ne hikumeta Iraqê ne jî PDK`ê dikare biryaran li ser Şengalê bide û tenê gelê Şengalê dikare çarenûsa xwe diyar dike.

(cx)

ANHA


Mijarên Din