Şêniyên Til Hemîsê piştgiriya xwe ji QSD`ê re nîşan da

Li dijî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi sedan şêniyên navçeya Til Hemîsê û rûspiyên eşîrên Ereb li ber meclisa navçeyê kom bûn da ku beşdarî meşê bibin û piştgiriya xwe ji QSD`ê re diyar bikin.

Îro li dijî êrîşên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her wiha piştgiriya QSD`ê ku parastina mafên xwe yên rewa dikin, bi sedan şêniyên navçeya Til Hemîsê, endamên saziyan, meclisa navçeyê, bajaran û rûspiyên eşîran meşek li dar xist.

Xwepêşandêran alên QSD, YPG, YPJ, Tevgera Ciwanên Şoreşger, wêneyên rêber Abdullah Ocalan, pankartên "Xaka Sûriyê  ji Erdogan û DAIŞ`ê re dê bibe goristan","Na ji dagirkeriya Tirkiyê re, armanca wan dagirkerî û wêrankirin e" û "Em dagirkeriya Tirkiyê li ser xaka xwe red dikin" hildan. Her wiha zarokan jî wêneyên zarokên Efrînê yên dema Efrîn hate dagirkirin, hildan.

Meş li kolanên sereke yên navçeyê geriya û sloganên "Bijî Ocalan, bimire Erdogan, gelê Sûriyê yek e" berz kirin.

Meş li ber Qada Şehîdan rawestiya û li wir veguherî mîtîngê. Li ser navê rûspiyên eşîrên navçeyê rûspiyê eşîra Amûd Ehmed Şitî û li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Mihemd Xilêwî axivîn.

Amûd Şitî got ji ava Dîcle bigire û heta beravên Sûriyê, ew yekdest in û wiha got: “Em ji cîhanê re dibêjin, em yek in. Na ji dagirkeriyê re. Ka raya giştî, rêxistinên mafên mirovan, kê zarok û jinên li herêmên me qetil kirin? Divê em li dijî Osmaniyên nû yekdest bin û ji QSD`ê re bibêjin, silav ji we re lehengên sozdêr, em jî li ser rêya we û şehîdan in.”

Mihemed Xilêwî diyar kir ku wan xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê rizgar kiriye, ew jî wekî hemû gelên cîhanê dê parastina destkeftiyên ku bi saya şehîdan hatine bidestxistin, bikin.

Piştî meşê şêniyên Til Hemîsê ji ajansa ANHA`yê re axivîn. Welatiyê bi navê Fayîz Cofan ku ji navçeya Til Hemîsê ye axivî û got ev êrîşên hovane li dijî ewlehî û jiyana hevbeş a hemû pêkhateyan in û Erdogan dixwaze ewlehiya herêmê têk bibe, çi dibe bila bibe, we ê li ber xwe bidin.

Hemed bang li şêniyên gundê Naam ê bejahiya rojavayê Til Hemîsê, Meclisa Ewlehiyê û Komkara Erebî kir ku li hemberî êrîşên Osmaniyan bê deng nemînin.

Mihemd Cirêbo jî ku bavê şehîd Nayîf e, axivî û diyar kir ku ew rê nadin dagirkeriya xaka xwe, ew jî zêdegaviyên Erdogan in û kesên destekê didin wî, wan ji bo rizgarkirina Sûriyê li dijî terorîstan şehîd dan.

(eh)

ANHA


Mijarên Din