Şêniyên Til Hemîsê ji ber kêmbûna avê zehmetiyan dikişînin

Bi dehan gundewarên navçeya Til Hemîs a kantona Qamişloyê zehmetiyan di peydakirina ava vexwarinê de dikişînin. Ji sedemên vê yêkê ku kehrebe bi saetan qut dibe, petrol tev li rûberên fireh ji zeviyên nêzî çemê El-Ehmîr bûye û derbasî nava ava hundirîn bûye.

Li gundewarên navçeya Til Hemîsê şênî bi awayekî sereke dînemoyên kehrebeyê dixebitînin da ku avê ji xwe re peyda bikin. Lê qutbûna kehrebeyê bi demên dirêj de vê yekê asteng dike. Çemê El-Ehmîr jî yek ji jêderên sereke yên avê ye, lê ji ber bermahiyên bîrên petrolê ava wê qirêjî bûye.

Her sal bi dehan şêniyên gundewarên Til Hemîsê ku ava vexwarinê li gel wan kêm e, kom dibin, bermîlên avê bi wan re ne û avê ji xwe re ji gundê Zûma tînin.

Mehmûd El-Ehmed ji gundê El-Kiyêt ê Til Hemîsê ye, av ji xwe re ji bîra gundê Zûma dadigirt û wiha got: "Rojane 400 malbat têne vê derê da ku ji xwe re ava vexwarinê peyda bikin, ji ber ku nikarin avê ji sarîcan bikirin."

Şêniyên gundewarên Til Hemîsê zehmetiyan di peyadkirina ava vexwarinê de dikişînin, ji ber ku kehrebe bi saetên dirêj qut dibe û dînemoya bîra sereke jî xira bûye.

Li gundê El-Ebîdo yê bajarokê Ebû Cirin şênî rastî heman pirsgirêkê tên. Şaredariya Til Hemîs hewl dide avê bi rêya sarîcan peyda bike. Dema sarîc derbasî gund dibin, şênî berê xwe didin wan da ku avê ji xwe re dagirin.

Fatma El-Xabûr a ji şêniyên gundê El-Ebîdo, got ew nikarin rojane avê bikirin ji ber her sarîcek (hezar lître) bi 3 hezarên Sûriyê ye. 

Li gorî Komîteya Avê ya navçeya Til Hemîsê ku sedema sereke ji qutbûna avê vexwarinê re qutbûna  kehrebeyê li navçeyê ye, ji ber bîrên navçeyê bi kehrebeyê dixebitin. Her wiha komîteyê diyar kir ku sedemeke din ji qutbûna avê re heye, ew jî toreya belavkirina avê hilweşiyaye, şênî alîkariya cabiyê nakin û heqê li para wan dikeve nadin da ku sererastkirinê bikin.

Komîteyê destnîşan kir ku ew dînemoyên avê li gorî derfetên xwe sererast dikin û di demên dawîn de ji ber Koronavîrus û qexeya derketina derve xebatên wan sekinîne.

Hevseroka Komîteya Kehrebeyê ya Til Hemîsê Îman El-Hisên di vê derbarê de ev tişt got: "Sedema qutbûna kehrebeyê bi saetan ji ber hindek dewre di stasyona El-Siwêdiyê de xira bûbûn. Werşeyên kar niha wan sererast dikin û tu agahî der barê bidawîkirina sererastkirinê de li gel me tune ye."

(bx)

ANHA


Mijarên Din