Şêniyên Til Hemîsê dest bi seyandina xaniyên xwe kir

Şêniyên navçeya Til Hemîsê dest bi seyandina xaniyên xwe kir.  Li navçeyê rêjeya xaniyên axê ji sedî 80‘î ye.

Rexmî pêşketinên di warê avahîsziyê, lê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hîna xaniyên axê hene.

Li navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişlo rêjeya xaniyên axê ji sedî 80‘î ye. Şêniyên her sal mîna wî wextî dest bi çêkirina kelpîçan, seydandin û sererastkirina xaneyan dikin. Kelpîç ji herî ku ji axa hûr ku av û ka tevlî dibe çêdibe, piştî herî tê dixin qaliban û li ber rojê dihêlin heta zuha bibe. Li sûkên navçeyê kirîna madeyên avahîsaziyê yên xaniyên kelîç ji best û naylon zêde bûn.

Îsal ji ber lehiya ku li navçeyê rabibû ziyanên mezin gihiştin xaniyên axê û gelek xanî di bin avê de man. Şêniyên navçeyê û gundewarên wê dest bi seyandin û sererastkirina xaneyan kirin.

Hin şêniyan ji bo parastina xaniyan ji rewşên hawayî xaniyên nû yên çemento ava dikin. Hin di jî ji ber bilindbûna buhayê madeyên avahîsaziyê xaniyên xwe yên herî sererast dikin an jî ji nû ve ava dikin.

(bb)

ANHA


Mijarên Din