Şêniyên Til Hemîsê: Cenazeyê şervanê QSD`ê Mûsa Xidir oxir kir

Îro şêniyên Til Hemîs û hêzên leşkerî cenazeyê şervanê QSD`ê Mûsa Xidir(Elî Şêr) li Goristana Şehîdan a navçeyê oxir kir. Şehîd Elî Şêr li Til Temir di 1’ê Mijdarê de şehîd bûbû.

Bi sedan şêniyên Til Hemîs, Meclisên bajêr û hêzên leşkerî beşdarî merasîma oxirkirinê bûn.

Di merasîmê de li ser navê Mecşosa Malbatên Şehîdan Abdulezîz Ebû Fehed, li ser navê Meclisa kantona Qamişlo Şermîn Yûsiv û li ser navê QSD`ê Rodî Cemîl axivîn.

Axîveran bal kişand ser ku wateya şehadetê, berdêl û qehremaniya şehîdan a  ku li dijî êrişên artêşa Tirk û rizgarkirina xaka Sûriyê, daye.

Her wiha gotin, şehîdan bi gel û bi mafên xwe yên jiyana birûmet bawer kirin û her wiha axêveran da zanîn ku komployên ku li dijî gel pêk tên dizanin û dê hemûyan berdel çi dibe bila bibe, têk bibin.

Di dawiya merasîmê de hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan şaxê navçeya Til Hemîsê Ehmed Ebawî wesîqeya şehîd xwend û radestî malbatê kir. Di dawî de şervanê QSD`ê Mûsa Xidir li Goristana Şehîdan a Til Hemîsê hate veşartin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din