Şêniyên Til Birakê komkujiya Aqîbê şermezar kirin

Şêniyên navçeya Til Birakê komkujiya li gundê Aqîbê ya navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê  şermezar kirin û gotin: "Ev komkujiyeke xelek şermê li eniya mirovahiyê ye ku di nava bêdengiyeke navdewletî de pêk hat."

Dewleta Tirk a dagirker 25‘ê Sibatê de li gundê Aqîbê yê navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê komkujiyek  pêk anî. Di komkujiyê de ji malbatekê 3 kes şehîd bûn û 3 jî birîndar bûn.

Şêniyên navçeya Til Birakê ya kantona Qamişlo li hev kom bûn û daxuyaniyek ji bo raya giştî parve kirin. Şêniyan pankartên bi nivîsên "Em xwediyê vê axê ne..Erdogan dagirker e û divê were darizandin…xwîn û qîrna zarokên me wê hesab ji we bixwaze" vekiribûn.

Heveserokê Meclisa navçeya Til Birak Ebduselam El-Hesanî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Hêzên dagirkeriya Tirk 25‘ê Sibata 2020‘an gundê Aqîbê yê navçeya Şêrawa ya kantona Efrnê topbaran kir. Dever û malên sivîlan kirin hedef. Di encamê de komkujiyek din li dijî şêniyên Efrînê pêk hat, malbatek ji 3 kesan ku ji Efrînê ji ber topbarana dagirkeriya Tirk koçber bibûn şehîd bûn.

Bi navê navçeya Til Birak, sazî û şêniyên wê em vê kiryarên terorîst ên li dijî sivîlên me şermezar dikin. Ev kiryara newêrek xalek şerm li eniyê mirovahiyê ye ku li gel xemasî û bêdengiya civaka navdewletî û rêxistinê hiqûqî pêk hat. Em ji dagirkeriya Tirk û çeteyên wê re dibêjin ku her çendî wê asta hovîtiya xwe dijwar kir hûn nikarin îradeya gelê me têk bibin. Ji ber ku gelê me rêxistina herî terorîst tê bir. Em ê li ber xwe bidin her buhistek ji xaka xwe rizgar bikin."

Piştî xwendina daxuyaniyê dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re hate berzkirin.

ANHA


Mijarên Din