Şêniyên Tebqayê:Em ê li dijî dagirkeriya Tirkiyê mertalên zindî bin

Şêniyên Tebqayê têkildarî gefên Tirkiyê, nêrînên xwe anîn ziman û gotin: “Em ê li dijî êrîşên Tirkiyê rawestin, di çeperên şer de li gel QSD`ê bin û li dijî dagirkeriya mertalên zindî bin.”

Li dijî gefên Tirkiyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi sedan şêniyên herêma Tebqayê ber bi herêma Girê Spî ve çûn.

Di vê çarçoveyê de Hevserokê Meclisa Ciwanên Tebqayê Telhet Ehmed ji ajansa ANHA`yê re axivî û got: “Îro em wekî ciwanên şoreşger û Rêveberiya Sivîl, da ku li dijî dagirkeriyê mertalên zindî bin û li dijî gefên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestin, ber bi herêma Girê Spî ve diçin, da ku ji hemû cîhanê re îsbat bikin, ku em dikarin xaka Sûriyê biparêzin.”

Her wiha cîgira hevserokên Meclisa Rêveber Zehra Erdan ku bi eslê xwe tirkumen e axivî û got: “Em wek jinan li dijî dagirkeriya Tikiyê xwedî rol in û em ê parastina xaka xwe û pîroziyên xwe bikin, her wiha em bang li hemû pêkhateyên gelê Sûriyê dikin, ku li dijî gefên dagirkeriya Tirkiyê rawestin.”

Endamê Komîteya Têkiliyên Giştî ya Rêveberiya Sivîl a Tebqayê Cemal Nihêtir îşaret bi gefên Tirkiyê kir û wiha anî zimên:"Ew ê nikaribin me ji projeya neteweya demokratîk bê par bikin, em ê li kêleka QSD`ê şer bikin.”

Paşê endamê Dîwana Meclisa Lihevanîna Eşîran Ehmed El-Hamid got, vekişandina Amerîkayê ne biryareke tesedûfî ye.

Di dawiyê de hevserokê Meclisa Sivîl a  Tebqayê Alûş El-Xidir bang li civaka navdewletî kir ku li dijî gefên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestin.

(eh)

ANHA

 


Mijarên Din