Şêniyên Tebqayê nerazîbûna xwe ji dagirkeriya Tirkiyê re nîşan da

Şêniyên gundewarên rojhilatê Tebqayê binpêkirinên dagirkeriya Tirkiyê li ser gelê Sûriyê şermezar kirin û got civaka navneteweyî berpirsyariya sûcên dagirkeriyê û komkujiyan radike.

Bi sedan şêniyên bajarokên Mensûra, Henîdê, Barûdê, Sehil û Hemam li pira bajarokê Henîdê ya 15 km li rojhilatê navenda bajarê Tebqayê kom bûn. Şêniyan alên QSD`ê, Meclisa Sivîl a Tebqayê, Saziya Malbatên Şehîdan û Meclisa Jinan a Sûriyê û bi dehan wêneyên şehîdan hildan.

Şêniyan dirûşmên şermezarkirina dagirkeriya Tirk berz kirin.

Li bajarokê Henîde piştî deqeyeke rêzgirtinê, endama rêveberiya meclisa bajarokê Mensûrê Hela Hemadê, bi navê Meclisa Zagonsaz a Tebqayê cîgirê hevserokatiyê Şadî Ibrahîm û bi navê jinên gundewarên rojhilat Meryem Osman axivîn.

Axaftvanan civaka navneteweyî û dewletên herêmî bi berpirsyariya sûcên dewleta Tirk ênli ser gelên herêmê rakir, di nav de komkujiya ku li ser zarokên kantona Efrînê pêk hat, ku ev komkujî li pêşiya çavê cîhanê pêk hat.

Axaftvanan diyar kir ku êrişên tirsonek ên dewleta Tirk û DAIŞ û El-Nusra ku dixwaze bi rêya wê xeyalên dewleta Osmaniyan bide vejandin, gelên herêmê îro bi hemû pêkhateyên wê dîwar ava kirin da ku li pêşiya plan û gefên Tirkiyê bisekinin.

Meş bi dirûşmên silavkirina berxwedana QSD`ê bi dawî bû.

(jo)

ANHA


Mijarên Din