Şêniyên Tebqayê li dijî derbasbûna hêzên rejîmê ji herêmê re meşiyan

Bi dehan şêniyên bajarê Tebqayê îro kom bûn û derbasbûna hêzên rejîmê ji herêmên wan re red kir.

Şênî li ber Mizgefta El-Hemze ya li başûrê bajêr ber bi Çarxerêya Dêr a li navenda bajêr ve meşiyan. Şêniyên sloganên silavkirina berxwedana Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li hember artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê berz kirin. Her wiha bang kirin ku hêzên rejîmê derbasî Tebqa yan jî herêmeke din nebin.

Di van rojên dawîn de ji ber ku hêzên rejîmê derbasî bajarê Tebqayê û bajarokê Eyn Îsayê bûne piştî lihevkirina di navbera hikumeta Sûriyê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, ji bo sekinandina li hember êrîşên dewleta Tirk, şêniyên Tebqayê bi bertek in.

Herêma Tebqayê ji hêla çeteyên Cebhet El-Nusra ve di destpêka 2013`an de hate dagirkirin, piştre çeteyên DAIŞ`ê û di 10`ê Gulana 2017`an de Hêzên Sûriye Demokratîk bajar ji DAIŞ`ê rizgar kir.

(şx)

ANHA

 


Mijarên Din