Şêniyên Tebqayê berê xwe da konê sersaxiyê yê şehîdê Berxwedana Rûmetê

Şêniyên bajarê Tebqayê sersaxî ji malbata şehîd Îbrahîm Şêx (Xebat) ku li kantona Girê Spî di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûbû, xwest.

Tevî bi dehan şênî, nûnerên Meclisa Malbatên Şehîdên, şervanên QSD`ê, Buroya Têkiliyên Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Rêveberiya Jinan û meclisên wê û endamên komîteyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê, berê xwe da konê sersaxiyê.

Di bin kon de, hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Abdulkerîm Îbrahîm axivî, lehengî û berxwedana şehîdan bi bîr anî û wiha got: "Bi saya şehîdan em gihaştin azadiya xwe, bi lehengiya wan me dawiya terorê anî û me îsbat kir ku bi tenê dikarin li pêşiya her cure êrişên bisekinin ku niha dewleta Tirk û çeteyên wê pêk tînin. Lê belê bi saya şehîdan dê dewleta Tirk û çeteyên wê bi bin bikevin. Destkeftiyên ku bi saya ciwanên me pêk hatine, dê bimînin."

Îbrahîm bêdengiya cîhanê der barê êrişên hovane yên dewleta Tirk ên li ser gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de şermezar kir û wiha got: "Va ye dewletên Ereb û Ewropayê bi daxuyaniyên xwe piştgiriya berxwedana gelê me diyar dikin. Lê di rastiyê de tu kes tev negeriya da ku hovitiya dewleta Tirk a li dijî xak û mafên gel rawestîne. Em gotinên wan naxwazin û li ber wan jî nagerin. Ji ber ku dê parastin her bihosteke axa xwe bikin heta ku bi tenê bimînin. Ji ber ku mafên xwe diparêzin û xwe tu kesî danaxin."

Şehîd Îbrahîm Şêx (Xebat) di 28`ê Cotmehê de li derdora bajarokê Eyn Îsa di êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de şehîd bûbû. Duh jî merasîma oxirkirina wî li bajarê Tebqayê hate lidarxistin.

(jo)

ANHA


Mijarên Din