Şêniyên Tebqa û Reqayê sûcên şer ên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê şermezar kirin

Bi hezaran şêniyên bajarên Tebqa û Reqayê bêdengiya navdewletî li hember komkujiyên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur Rojhilatê Sûriyê û bûyera şehîdxistina Sekretera Giştî ya Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Hevrîn Xelef şermezar kirin.

Piştî komkujiyên hovane yên ku çeteyên artêşa Tirk a dagirker pêk tînin û rêzedarvekirinên meydanî der heqê sivîlan de û bûyera şehîdxistina Sekretera Giştî ya Partiya Sûriyê ya Pêşerojê li ber çavên tevahiya cihanê bûn cihê nerazîbûna gelerî li tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Ji ber wê bi hezaran şêniyên Reqayê meşek girseyî li dar xistin û wan binpêkirina şermezar kirin. Şêniyan civaka navdewletî kirin berpirsê wan binpêkirinan. Şêniyan dirûşmeyên serkeftinê û sloganên silavkirina Hêzên Sûriye Demokratîk berz kirin.

Partiya Sûriyê ya Pêşerojê xwepêşendanên li Reqa û Tebqayê organize kirin. Di xwepêşedanan de şêniyên berdewama rêya berxwedanê li hember tevahiya aliyê zordestan teqez kirin di serî de rejîma Tirkiyê ya ku siyaseta dijminahî li dijî tevahiya pêkhateyên gelê Sûriyê dimeşîne.

Di meşa Reqayê de Serokê Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Ibrahîm El-Qeftan, Hevserokê Meclisa Rêveber ê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebid Hamid El-Mihbaş û Endama Rêveber a Rêveberiya Jinan a Reqayê Meryem El-Ibrahîm axivîn.

Axaftvanan êrîşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li gel komkujiyên ku der heqê bi sedan sivîlan pêk tînin, darvekirinên meydanî, koçberkirina bi hezaran malbatan, hedefgirtina binesaziya nexweşxane û navendên tenduristiyê, ambulansan, dibistan, stasyonên avê û kehrebeyê di nav bêdengiya navdewletî de şermezar kirin.

Her wiha şopandina rêya şehîdan û sekinandina li rex Hêzên Sûriye Demokratîk ji bo rizgarkirina bosta herî dawîn ji Sûriyê teqez kirin. Axaftvanan bang li civaka navdewletî kirin ku helwestek yekser  bigirin û êrîşa dewletaTirk rawestînin.

Tebqa

Xwepêşenderên Tebqayê di nav kolanên sereke de meşiyan û sloganên silavkirina berxwedana Hêzên Sûriye Demokratîk û dilsoziya bi şehîdan re berz kirin. Şêniyên wêneyên têkoşer Hevrîn Xelef hildan û banga derketina dewleta Tirk a dagirker kirin.

Meş li ber navenda çandî ya Tebqayê rawestî û veguherî mitîngê. Mitîng bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Paşê Hevseroka Meclisa Qanûnsaz a Tebqayê Rewşen Hemê, serokê Partiya Sûriyê ya Pêşerojê ya Tebqayê Musne Ebdulkerîm axivîn. Axaftvanan pêwîstiya berxwedanê ji bo parastina destkeftiyên gelan û sekinandina li hember êrîşên barbarî yên dewleta Tirk teqez kirin. Her wiha bang li civaka navdewletî kirin ku tevliheviya ku dibe li herêmê pêk were eger êrîş bidome di ber çavan re derbas bike.

Axaftvanan rêbaza hovana ya qetilkirina şehîd Hevrîn Xelef û lîstina çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi cenazeyê wê şermezar kirin.

Meş bi bezkirina dirûşmeyên şermezarkirina komkujiyên dewleta Tirk a dagirker bi dawî bû.

(şx)

ANHA


Mijarên Din