Şêniyên Tebqa û Eyn Îsayê tev li çalakiya Girê Spî bûn

Îro şêniyên Tebqa û Eyn Îsayê tev li çalakiya mertalên zindî ya Girê Spî bûn. Di çalakiyê de hate gotin gelê Sûriyê serî ji dagirkeriya Tirk re netawînin û dê heya dawiyên li bexwe bidin.

Îro bi sedan şêniyên Tebqa û Eyn Îsayê tev li pêkhateyên Girê Spî di çalakiya mertalên zindî de ya ku li gundê El-Rifa yê rojhilatê bajarê Girê Spî ya li nêzî sînorên herêmê bi Tirkiyê re li dar ketiye bûn, da ku gefên Tirkiyê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê red bikin.

Çalakvanan pankartên bi nivîsên `Ji dagirkeriya Tirk û faşîsta Tirk re na` û alên Meclisa Malbatên Şehîdan hildan. Her wiha sloganên `Gelê Sûriyê yek e` û `Ji dagirkeriya Tirk re na` berz kirin.

Di çalakiyê de gelek axaftin hatin kirin jê axaftina cîgirê hevserokatiya  Meclisa Qanûnsaz a Tebqayê Şadî Îbrahîm. Îbrahîm got: "Îro wek rêveberî û şêniyên Tebqayê em hatin vir ji bo ku ji cîhanê re isbat bikin ku em li Sûriyê gelek hevgirtî ne. Em nalêlin Tirkiyê û ne jî aliyên din axa me ya ku bi xwîna şehîdên me yên pak rizgar bûye qirêj bike."

Piştî wê endamê Meclisa Lihevanînê ya Tebqayê El-Şêx Ehmed El-Hemed axivî û got: "Em gelê Sûriyê bi çalakiya wan li dijî zordaran pîroz dikin. Ji vir ve em bang li kesên xwedî şeref dikin û em ji wan re dibêjin ku em aştîxwaz in û em şer naxwazin. Em bang li diyalogê dikin, em naxwazin tu dewletek mudelxeya me sûriyan bikin. Lê eger şer hat ber derî em amade ne. Wek gel lehengên me hene Hêzên Sûriyê Demokratîk in ên ku terora DAIŞ`ê tune kirine. Em ji Tirkiyê natirsin."

Paşê serokê şaxê Partiya Pêşeroja Sûriyê ya Tebqa, Musena Ebdulkerîm şehîdên azadiyê bi bîr anî û got ew ê ser şopa wan bimeşin li hemberî gefên dagirkeriyê bi yekrêzî bisekinin.

Musena Ebdulkerîm dewleta Tirk muxatib kir:‘‘Kesên li paş dîwaran bila bibihîsin ku em hemû aştîxwaz in û em ê her tim jî banga aştiyê bikin. Wek  Rêberê gelan Abdullah Ocalan gotiye, heger tevahî artêşên cîhanê di destên me de bin em êrîşî ti kesî nakin lê ger şer li ser me were ferzkirin wê demê em ê li hemberê rawestin û parastina xwe bikin.‘‘

Bi durişmên şermezarkirina gefên dagirkeriya Tirk çalakiyên roja duwem, bi dawî bûn.

Çalakiya protestesto ya şêniyan a mertalên zindî heya sibê, didome.

(şx/rr)

ANHA


Mijarên Din