Şêniyên taxên  Qidûr Beg û Zeytûniyê yên Qamişloyê bê av in

Ji 4 salan ve şêniyên taxên Qidûr Beg û Zeytûniyê yên Qamişlo, pirsgirêka qutbûna avê dijîn. Hin beşên her du taxên navborî jî ji beriya 8 salan ve ji ber vê pirsgirêkê azaran dikişînin. Tevî ku şêniyan giliyên xwe pêşkêşî aliyên têkildar kirin jî, lê heta niha derbarê çareseriyan de tu daxuyanî nedane.

Şêniyên taxên Qidûr Beg û Zeytûniyên ên bajarê Qamişlo û bi taybetî şêniyên kolana Qenewat ji beriya zêdetirî 4 salan ve pirsgirêka qutbûna avê dijîn. Hin beşên wan taxan jî ji beriya 8 salan ve  vê pirsgirêkê dijîn.

Ava taxa Zeytûniyê bi rêya bîran tê peydakirin, lê têra hemû beşên taxên nake. Hin şênî jî stasyona avê ya Hilêliyê bi kar tînin. Tevî ku jenetora stasyonê ya xerabe hat temîrkirin jî, lê belê heta niha avê nade.

Şêniyên kolana Qenewat a taxa Zeytûniyê ji beriya 4 salan ve, ava sehrîcan û ava bîreke şêniyekî taxê bi kar tînin.

Şêniyê taxa Qidûr Beg ê bi navê Mihemed  Cemîl Remedan wiha got: "Ji beriya 4 salan ve, av li taxê qut e. Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê piraniya şêniyên taxê gilî kirin, lê belê me tu bersiv negirt. Dibêjin pirsgirêka we li vir çareser nabe. Tevî bîrên avê li derdorê taxê hene jî lê ew sûdê jê nagirin. Bîrên avê li derdorê herêma me hene, lê em di nîva avê de bê av mane. Duh av heta 10 deqeyan hat, lê belê dema kehrebeya giştî tê av qut dibe."

Mihemed Cemîl Remedan xwest ku pirsgirêkê avê ya ji beriya 4 salan ve bê çareserkirin. Ji bo wê pêşiniyar kir ku xetên avê ji bîran bên dirêjkirin anku şebekeya sereke bê restorekirin û got: "Em avê dixwazin.”

Fatima Hisên ku ev 40 sale li taxa Zeytûniyê bicih bûye got: “Zêdetirî 10 malbat pêwîstiya xwe ji bîreke şêniyekî taxê digirin. Di vê germa Havînê de êdî sehrîcên avê têra şêniyan nakin.”

Fatima bi bîr xist ku jinên taxê gelek caran gilî pêşkêş kirine, lê bersiva wan nehatiye dayîn û got: "Em berê xwe bidin ku derê?"

Emîne Ebdulkerîm (70) jî ku avê ji sehrîcan dikire, wiha got: "Em ji avê mehrûm in. Em avê ji sehrîcan tije dikin. Heta niha min 32 hezar Leyreyên Sûriyê ji bo avê dane. Tu kesî ku debara malê jî bike tune ye."

Şêniya bi navê Semîre Omer a ji taxa Zeytûniyê wiha got: "Ji beriya 8 salan ve, em pirsgirêka kêmbûn û qutbûna avê dijîn."

Semîre Omer destînşan kir ku şêniyên ku bîrên wan ên avê hene, alîkariyên şêniyên din dikin, hin şênî jî avê dikirin.

Semîre got: “Me bi navê şêniyên taxê û komînê gelek gilî pêşkêşî Şaredariya Gel û Dayîreya Avê kirine, lê me tu bersiv negirtin.”

Şêniya bi navê Mûna Hesen jî îşaret bi girîngiya peydakirina avê kir û got: "Piraniya malbatan xwedî zarok û kesên temenmezin in. Em ji aliyên têkildar daxwaz dikin ku vê pirsgirêkê çareser bikin."

Her wiha destnîşan kir ku gelek malbatan (dînemo) ku para şêniyan ji avê tenê dide malekê, danîne.

Li ser mijarê  nûçegihanên me serdana Dayîreya Avê ya bajarê Qamişlo kirin, lê belê berpirsan tu agahî nedan û tenê gotin di vê derbarê de projeyên wan hene û hîna tên lêkolînkirin.

(cx)

ANHA


Mijarên Din