Şêniyên taxa Kurdan a Reqayê gefên Tirkiyê şermezar kirin

Gelê Kurd li taxa Kurdan a bajarê Reqayê ji bo şermezarkirina gefên Tirkiyê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek dan raya giştî. Şêniyan bang li civaka navdewletî û rêxistinên hiqûqî kirin ku dewleta Tirk a dagirker li ser sûc û binpêkirinên wê darizînin.

Îro bi dehan ji şêniyên taxa Kurdan li bajarê Reqayê kom bûn û daxuyaniyek da raya giştî. Şêniyan bi rêya daxuyaniyê gefên Tirkiyê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin. Daxuyanî ji hêla hevseroka Meclisa Gel a taxa Kurdan Xezale Sincar ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Kurdên Reqayê ji salên demdirêj ve li bajarê Reqayê ne û ruxmî siyasetên desthilatdariya Sûriyê li ser wan  lê têkiliyên wan bi ereban re baş e. Her wiha ew têkîlî beyî ku bi wê zihniyetê bandor bibe parastin.

Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku dema DAIŞ`ê bajarê Reqayê dagir kirin, destpêkê Kurd ji malên wan bi zorê derxistin di hewldanekê de ji bo ku nijadperestiyê di navbera Erban û Kurdan de ava bike. Lê piştî wê Kurd û Erebên bajêr ketin ferqê ku tenê bi hevgirtinê dikarin gola xwînê bisekinîn û aştiyê pêk bînin. Ji ber wê bi hev re Hêzên Sûriyeya Demokratîk ava kirin û herêmên xwe ji DAIŞ`ê rizgar kirin û biserketin.

Di daxuyaniyê de gefên Tirkiyê kli dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin şermezarkirin û bang li komîteya giştî ya NY`î hate kirin ku rûmeya gel li Efrînê biparêze û dewleta Tirk a dagirker muhesebe bike. Her wiha bang li Koalîsyona Navendewletî hatkirin ku sozên xwe bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk re piştî tunekirina DAIŞ`ê bîne cih.

Di dawiyê daxuyaniyê de şêniyên taxê bang li gelê Tirk kirin ku doza kurdî li ser bingehên demokratîk û bi rêyên dîplomasî li şûna rêbazên şer çareser bikin. Bang li hikumeta Sûriyê kirin ku rewşa gelên ku ji gelek serdema ve li Sûriyê ne di ber çavan re derbas bike û nakokiyên Sûriyê bi rêya diyalog û giftugoyan çareser bike.

(şx)

ANHA


Mijarên Din