Çalakiya mertalên zindî ya li gundê Ziyaretê yê li ser sînorê di navbera kantona Kobanê û Bakurê Kurdistanê de di roja 10‘an de didome.
Şêniyên kantonê bi roj û şev li dijî gefxwarinên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gefên dagirkeriya Tirkiyê mertalên zindî çêkirine.
Çalakiya îro ya roja 10‘an ji aliyê şêniyên navçeya Sirînê ve hate dewrgirtin.
Di bin konê çalakiyê de Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Sirînê Emel Mustefa got: "Heger ev gefanan şerekî taybet be an jî projeyek nû ya dagirkeriya Tirk be em ê li hemberî wê bisekinin û li hemberî êrîşan em ê ji benda xwe mertalên zindî çêkin."
Emel berxwedana gelê herêmê ya li dijî DAIŞ û dagirkeriya Tirk silav kir.
Çalakî hê jî berdewam e.
ANHA